Li Rihayê 127 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 23:28 8 Sibat 2023
  • Rojane
RIHA – Erdhêja ku bandorê xwe li 10 bajaran kir,bilançoya wê jî her diçe girantir dibe. Yek ji wan bajarên ku jê bandor bû Rihaye. Li Rihayê heya niha 127 kesî jiyana xwe ji dest dane û 2551 kes birîndar in.
 
Di 6’ê Sibatê li Kurdîstanê bi pileya 7,7 û 7,5 li Mereş û Dîlokê erdhêj pêk hat. Erdhêja ku bandorê xwe li 10 bajaran kir bilanço her diçe girantir dibe. Yek ji wan bajarên ku jê bandor bû Rihaye. Li Rihayê heya niha 127 kes jiyana xwe ji dest dane û 2551 kes birîndar in. Li navenda Rihayê li Caddeya Îpekyolu û Taxa Yenîşehîrê xebatên rizgarkirinê berdewam dikin. Li navçeya Bêrecûkê jî 21 kes jiyana xwe ji dest dane. Li navçeyê li caddeya Hastaneyê xebatên rizgarkirinê berdewam dike. Li gundê Taşlûkê ya girêdayî navçeya Pirsûsê jî 3 kes jiyana xwe ji dest daye û xebatên rizgarkirinê qediyane. Li Rihayê û navçeyên wê welatî li derve rojên xwe dibuhurînin. Welatiyên ku li derve dimînin û an di erebeyên xwe de dimînin li benda alîkarî û piştgiriyê ne.