Rojnamegerên hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 21:19 8 Sibat 2023
  • Rojane
RIHA – Rojnamegerên dema şopandina nûçeyên herêma erdhêjê dikirin hatibûn binçavkirin û pirsa ‘Hun çima hatin vir ji rojnamegeran’ hat kirin. 
 
Nûçegihana ajansa me Sema Çaglak û nûçegîhanê ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş ku xwestin li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê avahiyên di erdhejê de hilweşiyane bikişînin, hatin binçavkirin. Heta niha ji bin kavilên wan avahiyan 21 cenaze hatine derxistin. Polîsên li vir nasnameyên nûçegihanan kontrol kirin û bi hêceta ku kartên wan ên turkuazê tune ye binçavkiribûn. 
 
Rojnamegerên ku birin Midûriyeta Emniyeta Bêrecûkê pirsên wekê ‘Hun çima hatin Bîrecîkê?’, ‘Kê qerta saziyê da we’ jê hatin pirsîn. Piştî îfadeyan qertên wan hatin desteserkirin û piştre hatin berdan