Şaredarê AKP’î yê Şahînbeylî heqeret li welatiyan kir

  • 20:34 8 Sibat 2023
  • Rojane
DÎLOK – Şaredarê AKP’î yê Şahînbeylî Mehmet Tahmazoglu û  polîsên ligel wî bi ser welatiyên li Parka Yeşîl Vadî dimînin girt û heqaret li welatiyan kirin.
 
Li Dîlok û Mereşê ku di 6’ê Sibatê de erdhêj pêk hat û piştî erhdêjê xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam dikin. Her wiha gel bi derfetên xwe li park, petrol û kêlekên rêyan agir pêdixin û dimînin. Li Dîlokê jî welatî şev û roj li ber serma û seqemêne.
 
Serokê AKP'î heqaret li gel kir
 
Li Parka Yeşîl Vadî ya ku li Taxa Vatanê ye, ji ber şert û mercên hewaya sar gel kon bi kamelyayan ve daliqandine û bi agirê ku pêdixin ve hewl didin xwe germ bikin. Hat zanîn ku şaredarê Şahînbeylî Mehmet Tahmazoglu û polîsên bi wê re bi ser Parka Yeşîl Vadî ve girtin. Mehmet ê AKP’î ji welatiyan re gotiye, “Hûn vê derê dagir dikin. Zirarê didin malên dewletê. Ji vir derbikevin” û heqaret li welatiyan kir.
 
‘Sê rojin hûn li ku derê ne’
 
Her wiha hat zanîn ku şaredar kamelyayek jî xera kiriye. Welatiyên li parqê şaredar re gotin : “Em sê rojin li vê derê ne. We şorbeyekî jî ji me re neanî. Rewşa me nepirsî. Heta vê saetê hûn  li ku derê bûn? Wê demê kon bînin bidin me, em ji vir derbikevin.” 
 
3 ciwanên ku bertek nîşanê şaredarê AKP’î dan, hatin binçavkirin û piştre hatin berdan. Piştî ku parêzer ketin navberê welatî jî parqê neçûn.