Du jin sax hatin xilaskirin

  • 19:17 8 Sibat 2023
  • Rojane
DÎLOK- Ayşegul Karagoz û Buşra Kayadibî yên du roj bûn li Nurdagi di bin kavilan de bûn, di encama xebatên xilaskirinê de sax hatin derxistin.
 
Xebatên lêgerînên di bin kavilên erdhêjên di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû pêk hatin didomin. Di xebatên li Nurdagi de, Ayşegul Karagoz û Buşra Kayadibî yên sê roj bûn di bin kavilan de bûn hatin xilaskirin. Li gorî agahiyên ekîbên xilaskirinê hîna di avahiyê de du kesên din yên dijîn hene. 
 
Li bajar xebat didomin û di gelek cahiyan de bi kamerayên termal lêgerîna nîşaneyên jiyanê tên meşandin.