Xelkên Serhedê piştgirî dan erdhejzedeyan

  • 16:48 8 Sibat 2023
  • Rojane
 
WAN/COLEMÊRG - Bi mebesta piştevaniya bi gelê li herêmên erdhejê re, xekên herêma Serhedê seferber bû. Welatiyên ku alav û amûrên alîkariyê li TIR û kamyonan bar dikin, ber bi herêmên erdhejê ve dişînin.
 
Li navçeya Bazarcix a Mereşê û Dîlokê bi pileyên 7,7 û 7,6 erdhej çêbûn. Erdhejan li 11 bajaran rê li ber hilweşîneke mezin vekir û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji herêmên ku bi mebesta piştevaniya bi herêmên erdhejê re kampanya lê hatiye destpêkirin jî herêma Serhedê ye.
 
Di vê çarçoveyê de kampanyayên alîkariyê yên li herêmên Colemêrg, Wan, Mûş, Îdir, Agirî, Bedlîs, Qers û Erdexanê bênavber didomin.
 
Colemêrg
 
Li Colemêrgê ev 2 roj in xebateke pir mezin tê kirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede, da zanîn ku di encama xebatên du rojan de hemû avahiyên wan ên navend û navçeyan bi alav û amûrên alîkariyê tije bûne. Dede, da zanîn ku alavên hatine komkirin li TIR’an tên barkirin û dişînin herêmên erdhejê. Dede, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em bi karesateke mezin re rû bi rû ne. Bi qasî ku ji destê me tê em ê alîkariyan kom bikin. Heke em gel li xwe xwedî derbikevin dê bikarin birînên xwe derman bikin. Em dikarin bi piştevaniyê birînên xwe derman bikin.”
 
Yek ji xebatkarên kampanyayê ku alîkariyên tên Rêxistina HDP’a Geverê kolî dike jî anî ziman ku gel bi hestiyariyeke mezin tevdigere. Endama Meclisa Jinan a HDP’a Geverê Şadiye Kirmizigul jî bang li gel kir ku xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin û piştevaniyê xurt bikin.
 
Wan
 
Platforma Ked û Demokrasiyê û Baroya Wanê jî kampanyayên cuda dan destpêkirin. Alavên alîkariyê yên platform û baroyê berhev kirin, di saetên şevê de bi 4 TIR’an ber bi herêmên erdhejê ve hatin şandin. Alîkariyên ku li TIR û kamyonan hatin barkirin dê îro dîsa di saetên êvarê de ber bi herêman ve bên şandin.
 
Di heman demê de li Mûş, Îdir, Agirî, Bedlîs, Qers û Erdexanê jî bi pêşengtiya HDP’ê alîkarî hatin berhevkirin û ber bi herêma erdhejê ve tên şandin.