Welatiyên Silêmaniyê ji bo alîkariya Bakur tevlî kampanyayê dibin

  • 15:55 8 Sibat 2023
  • Rojane
SILÊMANÎ - Ji bo mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê du roj in welatiyên Silêmaniyê tevlî kampanyaya alîkariyê dibin.
 
Ev du roj in li Emne Soreke ya Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê dest bi kampanyaya komkirina alîkariyan hatiye kirin. Rojane ji saet 9’ê sibehê heta 11’ê şevê alîkarî tên wergirtin.
 
Alîkariyên ku tên wergirtin pêk tên ji; xurek, betenî, cilûberg û pêdawîstiyên din ên zarokan.
 
Welatiyê bi navê Hacî Mehmud Gelaleyî ku ew jî tevlî kampanyê bûye, bang li hemû welatiyan kir ku kî çi ji destê wê tê bila bibe alîkar. Hacî got, “Ev erkek nîştimanî û mirovahî ye.”
 
Jina bi navê Gelawêj Seîd jî got, “Em wek gelê Başûrê Kurdistanê di bîra me de ye dema di sala 1991’ê de em koçber bûn, gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê çiqas bi mere bûn alîkar. Dewleta tirk dijmin e û alîkariya gelê Kurd nake.”
 
Welatiyê bi navê Reuf Hesen jî diyar kir dewleta tirk dijminê Kurda ye, alîkariyê bi Kurdan re nake. Reuf got, ji bona wê divê em wek gelê Kurd destê alîkariyê dirêjî hevdu bikin.