Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ didome

  • 14:43 8 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana "Jin jiyan azadî" ligel zext û zordariya Rêjîma Îranê didome. Tehran, Kirmanşah, Meşhed û Erak poster, al û wêneyên Elî Xamneyî hatin şewitandin.
 
Serhildana "Jin jiyan azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja xwe ya 145’an de didome. Di vê çarçoveyê de jî duh bi şev li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê wêne û posterên ku hêzên rejimê ji bo 45’emîn salvegera şoreşa 1979’an li qadan hilawistibûn, ji aliyê ciwanan ve hatin jêkirin û şewitandin.
 
Li gor dîmenên ku hatine parvekirin, li bajarên wek Tehran, Kirmanşah, Meşhed û Erak poster, al û wêneyên Elî Xamneyî hatine şewitandin.
 
Her wiha li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê welatiyan bi şev li ser banên malên xwe dirûşmên li dijî desthilatê berz kirin.
 
Serokê olî yê Îranê Ayetullah Elî Hamaney, 6’ê Sibatê ji ber cejna neteweyî ku nêz dibe, efû îlan kiribû. Lê efû bi şertê poşmanbûnê ye û hejmarek kêm ya kesên hatibûn binçavkirin hatibûn berdan. Lê duh li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek çalakvanên tevlî xwepêşandanan bûne hatin binçavkirin û pêla binçavkirinan di dome.
 
Piştgiriya derveyî welat jî ya ji bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dikin.