Şirnexê ji bo Semsûrê alîkarî şand

  • 14:19 8 Sibat 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - Alîkariyên ku Baroya Şirnexê û Komeleya Duçerxeyan û Xwezayê hatin komkirin, li navenda Semsûrê li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin. Alîkarî li Kuçeya Milletê ya Taxa Yûnûs Emreyê li gel hat belavkirin.
 
Erdhejên ku li Mereşê çêbûn, bandor li Dîlok, Mereş, Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê kirin. Her diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibin û hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Ji bo alîkariya herêma erdhejê gel seferber bû.
 
Bi pêşengiya Baroya Şirnexê û Komeleya Duçerxeyan û Xwezayê ji bo mexdûrên erdhejê li Şirnex, Silopiya û Cizîrê kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin. Alîkariyên ku di çarçoveya kampanyayê de hatin berhevkirin bi TIR'ê ber bi Semsûrê ve hatin şandin. Alîkarî li Kuçeya Milletê ya Taxa Yûnûs Emreyê li gel hat belavkirin.