Gelê Rihayê: Rûyê rast ê Tirkiyeyê derket holê

  • 10:36 8 Sibat 2023
  • Rojane
Sema Çaglak
 
RIHA - Li Rihayê kesên ku xizmên wan di bin kavilan de asê mane bi bertek in. Rihayiyan destnîşan kirin ku bi vê erdhêjê carek din rûyê rast ê Tirkiyeyê derket holê.
 
Di 6’ê Sibatê de li bakurê Kurdîstanê navenda wê Dilok û Mereş bi hêza  7,7 û 7,5 erdhêj pêk hat. Erdhêja ku bandora xwe li 10 bajaran kir bilançoya wê jî her diçe girantir dibe. Bi taybetî li Mereş, Dîlok, Hatay, Semsûr û Rihayê gel li benda piştevaniya ku xizmên xwe ji bin kavilan rizgar bike ye. Lê belê li hin bajaran piştî 35 saetan ekîbên rizgarkirinê gihîştin qadê. Li Rihayê jî ku yek ji van bajarên erdhejê zede bandor lê kiriye li gel derengmayîna komên rizgarkirinê niha gel di bin şert û mercên zivistanê de li kolanan bi îmkanên xwe hewl dide birînê xwe derman bike.
 
Heta niha  ji kesên di bin kavilê de mane 95 kesî jiyana xwe jidest dane û hezar 195 kes jî bi birîdarî ji bine kavavilan hatine derxistin. Kesên ku malen wan hilweşiya ne û li derve dimîn jî hinek di erebeyên xwe de şevê derbas dikin hinek li kolanê li dora agirê xwe ku pêxistine xwel didin xwe germ bikin û hinek jî li park û kûçeyan  dimînin.  Rihayiyên ku xizmên wan di bin kavilan de ne axivîn.
 
‘Êşa me gelek mezin e’
 
Li taxa Yenîşhehîrê di avahiya ku hilweşiya de 4 xizmên Necla Uzundag asê mane. Necla, daxuyand ku ew ji roja ewil heta niha li ber avahiyê ye û li hêviya rizgarkirina xizmên xwe ye û got: “Gava erdhêj çêbû ez li dayik, xwişka xuşka xwe Hacer Abak(45) û zavayê me Mustafa Abak(50) geriyam lê min xwse negîhand wan.  Piştre agahî hat ku di bin kavilê de mane. Em ji roja ewil de li vir in. Her wiha xwarziyê min ê 6 salî Ahmet Ayaz Abak jî di bin kavilê de ye. Di roja ewil de piştî erdhêja yekemîn 2 xwarziyên min din derxistin û xwişka min jî derdixistin lê belê erdhêjek din çêbû. Ji ber vê moloz bermahiyên xirabeyan bi ser xüşka min de hatin û nekarîn wê derbixin. Êşa me gelek mezin e û em nikarin pênase bikin.”
 
‘Komên rizgarkirinê dereng hatin’
 
Berîvan Karageçî jî 4 xizmên wê di bin kavilan de ne û got: “Em saet 8’ê sibehê hatin. Met û keçmet û kurmetê min ê 11 salî di bin kavilê de ne. Kurmetê min jî 14 salî duh ji bin kavilê derxistin. Lê belê piyê wî zerar dîtibû û jê kirin. Niha li nexweşxaneyê dimîne. Em ji roja ewilî heta niha li wir in û nobetê digirin. Em ji rewşa wan gelek bi fikar in. Çavên me li wir e ku ka kê derxînin. Komên rizgarkirinê gelek dereng hatin. Avahiyên vê taxê gelek kevn in û avahiya herî ku nû hatiye çêkirin ev bû. Sedema hilweşandina vê avahiyê ji ber kolonên wê marketa A-101’ê birine ye.”
 
‘Rûyê rastî yê Tirkiyê derket holê’
 
Berîvan, destnîşan kir ku ev erdhêj rûyê dewlê ye û wiha bertek nîşan da : “Gelek caran li vî welatî erdhejên mezin pêk hatin û hê jî ji ber erdhêjê em mirovên xwe winda dikin. Ev nîşan dide ku Tirkiyê qîmet nade welatiyên xwe. Her wiha rûyê Tirkiyê yê rast carek din derket holê. Ji bo erdhêjê tu carî tedbir nehatin kirin. Bêrîya çend rojan pisporên erdhejan texmînên xwe parve kiribün.  Lê tevî van yekan dîsa jî tedbir nehatiye gitin. Li Semsûrê jî xizmên me hene. Rewşa wan jî  gelek xirab e, Em nikarin xwe bigihînin wan. Li Semsûrê komên rizgarkirinê tüne ne. Gelê wêderê bi hewildanên xwe kesên di bin kavilan de rizgar dikin. Ev jan û êşekê gelek mezin e. Welatî gelek bi hêrs in. Bangawaziya min e ku bila xebatên lêgerînê bi kontrolkirol were kirin.”
 
‘Gel bi derfetên xwe kon vedikin’
 
Salîh Altinkalem jî axivî û diyar kir ku hewceyê gel bi piştevaniyê heye û got: “Hûn rewşa me dibînin ku em di çi şert û mercên dijwar de dimînin. Em li kûçeyan şevên xwe derbas dikin. Konên ku em tê de dimînin jî bi derfetên xwe vedikin. Lê tiştên ku ji destê me were gelek kêm in. Em dixwazin dengê me were bihîstin û alikarî were kirin. Em li benda piştevaniyê ne.”
 
‘Şaredarî têrî nake, gel mexdûr e’
 
Herî dawî jî Abuzer Yorul axivî û anî ziman ku gel mexdûriyek mezin dijî û got: “Di roja ewil de Kizilayê hat şorbe û av belav kir. Lê piştî wê rojê em êdî ne Kizilayê ne jî Şaredariyê dibînin. Em nikarin biçin avahiyên xwe lê ji bo welatiyên ku li derve ne kon nayê vekirin. Koneki biçûk vekirin ew jî têra tu kesê nake. Gava hûn li kolanan binêrin hemû li ber agirê pêxistine xwe germ dikin û an jî di erebeyan de nin. Em neçar û perişan in. Firin girtî ne, manav girtî ne û gelek cihên ji bo danustandinê girtî ne. Gel nizane biçe ku û çi bike. Şaredarî têrî nake, gel mexdûr e. Kizilay diçe li parke bataniye belav dike. Lê gel di kolanan de bi agirê hewil dide ku xwe germ bike.”