ROJEVA 8’Ê SIBATA 2023’YAN

  • 09:00 8 Sibat 2023
  • Rojev
 
*Ajansa me çû cihê erdhêjê li navçeya Îslahiyeyê û dîmenê yekem a bajêr weşand û hat dîtin ku nêzî sedî 70’ê avahî hilweşiyane û avahiyên dinê jî hemû derizîne. Jinên Îslahiyeyê, destnîşan kirin ku bêxwedî hatine hîştin û tu kes pirsa wan nake. Jinan, anîn ziman ku bang li AFAD’ê kirine lê nehatine û ji rayedaran re wiha gotin: “Ger îro neyên bila rojên dinê jî neyên li cem me.”  BI DÎMEN 
 
*Hevseroka TEV-DEM’ê Ruken Ehmed êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir û got: “Ev êrişan êrişên mudaxelekirina Rojhilata Navîn e. Li hemberî hemû êrişan li Rojava modela serhildanê bilind bû. Ev sedsala 21’emîn dibe sedsala serkeftina civakê û di heman demê de dibe binketina desthilatdaran.” BI DÎMEN 
 
*Asya Ulker ku piştî komploya navneteweyî parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir, diyar kir ku ew ji çavên wî yên ku pê bawerî heye û dibiriqin bi bandor bûye û got: “Komplo vala derketiye. Hewcedariya civakan, gelan, jinan bi nêrînên wî hene. Di vî alî de divê di alî fîzîkî de azad be.” BI DÎMEN 
 
*Li Rihayê kesên ku xizmên wan di bin kavilan de asê mane bi bertek in. Rihayiyan destnîşan kirin ku bi vê erdhêjê carek din rûyê rastî yê dewletê derket holê. DÎMEN HEYE