Heyeta HDP’ê: Desthilatdarî bin xerabeyan de maye!

  • 19:40 7 Sibat 2023
  • Rojane
DÎLOK – Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran a ku di heyeta HDP'ê ya ku yek ji cihên ji erdhejê herî zêde zirar dîtiye, ziyaret kir û got: “Ya ku di bin xirbeyan de maye îtkîdara AKP’ê û MHP’ê ye.” 
 
Heyeta HDP’ê ya ji Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Alîkara Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan Işik, Mahmut Toprul û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk dihat çû navçeya Îslahiye ya Dîlokê ku erdhêjê zirarek mezin dîtiye. Di serdanê de welatiyan ji HDP’ê re gotin hikûmetê Îslahiye bê xwedî hîştiye. Welatiyên ku dema heyeta HDP'ê dîtin giliyên xwe anîn ziman û li pirsgirêkan sekinin. Welatiyên diyar kirin av, ceyran, lêgerîn û xilaskirina kesên bin avahiyan gelek kêm e û ji heyetê re ragihandin ku ew bê xwedî hatine hiştin. Heyetê ji welatiyan re destnîşan kir ku ew ji bo piştgiriyê hatine li vir û ji bo wan alîkariyên ku dikin jî ji aliyê îktîdarê ve tê astengkirin. Heyet piştî ku hemû şandeyê geriyan şûnde daxuyaniyê dan. 
 
‘Desthilatdarî bin xerabeyan de maye’
 
Di daxuyaniyê de destpêkê de Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul axivî. Mahmut, bi lêv kir ku li Îslahiyeyê hilweşandinek mezin pêk hatiye û got kesên pispor xwe negihandime cihê erdhêjê. Mahmut, wiha domand: “Welatî bi derfetên xwe cenazeyan di bin erdhêjê de derdixe. Gel ji beşên tendûristiyê nikarin agahî bigirin. Kesên ku di bin vê xirbeyê de maye îktîdara AKP’ê û MHP’ê ye. Organîzyon tuneye, plan tuneye. Hemû der wek hilweşandina Bazarcix û Dîlokê ye.” 
 
‘Welatî bi derfetên xwe cenazeyan derdixin’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Aşe Acar Başaran jî ji hemû kesên jiyana xwe ji dest daye re sersaxiyê xwest. Ayşe, bi lêv kir ku ji duh ve li 10 deh bajaran felaketek mezin hatiye jiyîn û wiha pêde çû: “Hemû der wekî li vê cihê ye. Hema hema hemû bajar hilweşiyane û cihên derz lêketine jî di bin xeteriyê de ne. Gel cihê ku bimîne nîne. Av, ceyran û şebeke nîne. Milet bi derfetên xwe ji bo cihê bimînin diyar dikin. Welatî bi derfetên xwe kesên sax û cenazeyên xwe derdixin.”
 
‘AFAD hîn nû konê xwe vedike’
 
Ayşe, anî ziman ku ew diçûn  ku derê bi vê tabloyê re rû bi rû dibînin û wiha pê de çû: “Tevî ku 24 saet derbas bûye jî tê diyarkirin ku dê konên AFAD'ê nû bên vedan. Piştî derbasbûna 24 saetan, em dibînin ku karmend bo bajêr nû hatine veguhestin. Piştî 24 saetan derbas bûye jî hîna ne diyare ku li bajaran çend avahî hilweşiyane, çend kes bi xirbeyan de mane. Di rê de em bûn şahid ku çawa hatine hilweşandin. Ev felaket ne tenê li navendên bajaran tê jiyîn. Mirov ji bo xwe bigihînin vir kedeke mezin didin. Em jî ji bo xwe bigihînin vir hewldanek mezin da. Ji bo rêyên navçeyan bên vekirin neketine nava tu hewldanan.”
 
‘Rayedar li ku derê ne’
 
Ayşe, destnîşan kir ku hemû ev tabloya reş û dîmenê karesatê li holê ye jî gel daxwaza piştgiriyê dike û wiha domand: “Xizmên wan di bin xirbeyan de ne. Dema em bang li rayedaran dikin ji ber ku em ji birçîbûn, tîbûn û sermayê dikişînin, rayedarên ku li vir piştgiriyê nadin hewl didin hevgirtina civakê asteng bikin. Dibêjin ji bilî AFAD’ê nikarin piştgiriyê bidin. 24 saet derbas bû. AFAD li ku derê ye? Konên AFAD’ê li ku derê ye? Nan, betanî, pêdiviyên jinan û zarokan li ku derê ne? Li vê bajarê welatî cihê ku biçin daşîrê tuneye. Cihê ku em diçin welatî dibêjin ‘kanî rayedar li ku derê ne, ka alîkarî li ku derê ye?’ Em jî ji vir carekedin bang dikin; astengiya ku we daye pêşiya dildaran rabikin. Li vê derê welatî hîn di bin xirbeyan de ne û bêhnê distînin. Hîn ne derenge. Divê demek lez de alîkarî bê li vê derê.”
 
‘Bi êş û hilweşandinek mezin re rû bi rû ne’
 
Alîkara Hevseroa Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran jî wiha got: “Welatî bi hilweşandin û êşek mezin re rû bi rû ne. Gel dibêje ‘dewlet li ku derê ye?’ Gel bi mirî û êşên xwe re rû bi rû hatine hîştin. Ji bo cezayên welatiyan bigirin maşîne tuneye. Îlankirina OHAL’ê astengkirina piştgiriya gelan e.  Hemû gel rabûye li ser piyan. Lê astengî heye. Rewş li holê ye. Divê bil ez ev 10 bajêr ne OHAL, herêma afetê bê îlankirin.”
 
‘Hêrs mezin e’
 
Muazzez Orhan a HDP’yî jî destnîşan kir ku li navçeyê sererast lêgerîn nayê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthiltadariya ku her carê derdikeve behsa mezinbûna dewletê dike. 24 saet derbas bû hîn nehatine navçeyê. Li Îslahiyê cinaze bi kepçeyan tên derxistin. Welatî nikarin biçin malên xwe. Nexweş û zarok tî û birçîne. Hêrs pir mezine.”
 
Piştî daxuyaniyê heyet gundên Îslahiyê ku di erdhêjê de hilweşiyane ziyaret kir.