Ji bo nexweşxana zirar dîtiye sewq didomin!

  • 19:37 7 Sibat 2023
  • Rojane
AMED - Nexweşxana Dewletê ya Selahattîn Eyubî yek ji nexweşxaneyên ku birîndarên ji kavilê tên derxistin  û tê sewqkirinê ye. Lê nexweşxane ji ber erdhêjê dîwar û kolonên wê teqiyane. Tevî vê nexweşxane nayê girtin. 
 
Ji ber erdêja bi pêleya 7.7 û 7.6 ya ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû pêk hat, li gelek bajaran hilweşînek mezin pêk hat û yek ji van bajaran Amed bû. Nexweşxana Dewletê ya Selahattîn Eyubî jî ji ber erdhêjê zirarek mezin dît. Lê tevî vê birîndar û mirî sewqê nexweşxanê tên kirin. Kolon û dîwarên nexweşxanê derizîn û teqiyane.
 
Li gorî xebatkarên tenduristiyê dane ji ber derizîn û teqîna dîwar û kolanan gelek serwîs hatine girtin lê beşa lezgîn, beşa giran û beşa emelyetê vikiriye.  Xebatkaran da zanîn ku serokê hekimtiya nexweşxanê gotiye divê avahî bê tahliyekirin lê tevî vê wezareta tenruristiyê negirtiye.