Kedkarên tenduristiyê bi derfetên xwe diçin Semsurê

  • 19:20 7 Sibat 2023
  • Rojane
STENBOL- Komek kedkarên tenduristiyê ku xwestin bi derfetên xwe biçin Semsurê li Balafirgeha Sabîha Gokçen bi astengiyê re hatin rû hev. Xebatkarên tenduristiyê bi derfetên xwe ji bo biçin Semsurê ketin rê.
 
Kedkarên tenduristiyê bi armanca piştgiriya mexdurên erdêjê, ji bo biçin Semsurê çûn Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê. Lê xwestin li şûna Semsurê bişînin Hatayê. Lê kedkaran da zanîn ku rewşa li Semsurê hîn bêtir xerabe û bi biryarin ku wê biçin Semsurê. Lê astengî ji wan re hat derxistin. Li sre vê kedkaran bi derfetên xwe wesayît kirê kirin û berbi Semsurê ve ketin rê.