Baroya Amedê kapmaya bexşê da destpêkirin

  • 18:48 7 Sibat 2023
  • Rojane
AMED- Baroya Amedê ji ber erdhêja li bajar hatiye jiyîn, bi armanca piştevaniya welatiyên mexdur kampanya bexşê da destpêkirin.
 
Ji ber erdêja bi pêleya 7.7 û 7.6 ya ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû pêk hat, li gelek bajaran hilweşînek mezin pêk hat.Yek ji van bajaran Amed bû. Baroya Amedê bi armanca piştevaniya gelê mexur ji ser hesabên çapemeniya civakî kampanya piştevaniyê da destpêkirin û hejmarên hesabên bankayê parve kir.
 
Ji hesabê fermî yê baroyê ev parvekirin hat kirin: “Ji ber karaseta erdhêja li bajar pêk hatiye, bi armanca hewcedariyên gelê mexdur ji holê rabin hun dikrin li ser vê hesabê bexşê bikin.”
 
Serokatiya Baroya Amedê; TR37 0003 2000 0000 0080 4553 23”