Ji girtiyên jin bo gel piştevanî

  • 18:44 7 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Girtiyên jin yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimînin, ji ber erdhêja hatiye jiyîn bi armanca piştevaniya gel hestên xwe ragîhandin û diyar kirin ku ew bi armanca piştevaniyê alavan dişînin.
 
Girtiyên jin yên Girtîgeha Jinan a Sîncanê der barê erhêja li herêmê hatiye jiyîn de bi hevkariy amalbatên xwe peyamek piştevaniyê şandin û piştevaniya xwe ragîhandin. Jinan diyar kirin ku roja ewil ya erdhêj pêk hatiye bi ser koxuşên wan de hatine girtin û alavên wan hatine girtin û wiha gotin: “Ji ber erdhêjê me malbatên xwe mereq dikir. Ji bo em xwe bigihînin wan me serlêda kirin. Lê wan bi ser koxuşan de girtin û alav desteser kirin. Em girtiyên jin, ji bo piştevaniya gelê xwe alavên paqijiyê, alavên ji boz rokan û betaniyan dişînin. Kêm be jî em dixwazin bi gelê xwe re di piştevaniyê de bin.”