Rojnamevanan ji qadên kavilê dur dixin

  • 18:04 7 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêmên erdhejê polîs ji bilî rojnamevanên alîgirên îktidarê rojnamevanên kurd û muxalîf ji qadên kavilan dûr dixe. 
 
Li bajar û navçeyên ku erdhej lê qewimîn niha jî rojnamevanên kurd û muxalîf bi cihêkariyê re rûbirû dimînin. Li herêmên erdhejê polîs ji bilî rojnamevanên alîgirên îktidarêi rojnamevanên kurd û muxalîf ji qadên kavilan dûr dixe. Nûçegihanê me ku du roj in li ber Navenda Kargehan a Diyar Galeria ku li Amedê hilweşiyaye geşedanan dişopîne, ji aliyê polîsan ve ji qadê hat derxistin.   
 
Polîsên ku ji nûçegihana me re got, “em te li vir naxwazin” lê dengê xwe ji nûçegihanên medyaya ku alîgiriya îktidarê dikin nakin û her cure derfetê ji wan re temîn dikin. Her wiha nûçegihanê me yê geşedanên li ber avahiya Cengizler a li semta Tesîslerê dişopand jî ji aliyê polîsan ve ji qadê hat dûrxistin. 
 
Kontrola nasnameyan 
 
Polîsên ku nûçegihanê A Haberê ji nedîtî ve hatin, rojnamevanên kurd û muxalîf ji qadê dûr dixe. Hin polîsên ku li nav rojnamevanan digerİN û li nasnameya rojnamevanan dipirsin li ku dixebitin û nasnameyên wan kontrol dike.  
 
Pêşî li rojnamegeran tê girtin 
 
Polîs nahêlin ku welatî ji nûçegihanên me re biaxivin û gilî û gazinên xwe bînin ziman û yên dixwazin biaxivin jî gefa binçavkirinê li wan dixwin.