Welatiyên Silêmanî ji bo mexdûrên erdhejê ket nava seferberiyê

  • 14:43 7 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Silêmanî ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistan û Tirkiyeyê ketiye nava seferberiyê. Ji heft salî heta heftê salî alîkarî ji bo mexdûran tê şandin.
 
Serê sibehê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê alîkarî li Muzexaneya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê tê komkirin. Ji heft salî heta heftê salî şêniyên Silêmaniyeyê alîkariya xwe dibin navendê li wir tê tomarkirin û li gorî alîkariyê 
tê cihêkirin.
 
Ji pêwîstiyên jiyanî yên sermayê cilûberg bigire heta bi xurekê tê komkirin. Her wiha ev alîkarî hemû tê tomarkirin û dîsa di warê madî de jî sindoq hatiye danîn û tomarkirin. 
 
Şênî bênavber bi wesayîtên xwe alîkariyên xwe tînin Muzexaneya Emnesoreke. 
 
Li bendê ye ku çend rojan ev alîkarî bê komkirin.