Li Amedê kesên ji bin kavilan hatin derxistin, hatin veşartin

  • 14:38 7 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Ji ber erdheja naveda wê Mereş û Dîlok e li gelek bajarên Kurdistanê gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Amedê jî 84 kesî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Her wiha 759 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li Amedê 3 kesên di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin. 
 
Li Amedê ku tesîreke mezin ji Erdheja Bazarcixa Mereşê girt, 3 kesên di bin kavilên avahiyan de man û jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê hatin veşartin. 
 
Cenazeyên Osman Başal, Alî Cengîz û Mûrat Cengîz ên cenazeyên wan duh bi şev ji bin kavilên Apartmana Yoldaşê hatin derxistin, rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. 
 
Malbata Alî Cengîz û kurê wî Mûrat Cengîz û malbata Osman Başal cenaze wergirtin û li Goristana Yenîkoyê bi zêmaran veşartin. 
 
Tevî her sê cenazeyan heya niha cenazeyên 22 kesan li Goristana Yenîkoyê hatine veşartin.