Li Wanê partiyên siyasî banga piştevaniyê kirin

  • 14:36 7 Sibat 2023
  • Rojane
WAN - Partiyên siyasî yên li Wanê, ji bo alîkarî û piştevaniya xelkê li herêmên erdhejê bang kirin. 
 
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk yên Wanê têkildarî alîkarî û piştevaniya xelkê mexdûr ên li herêmê erdhejê li avahiya HDP’a Wanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn di civînê de axivî û destnîşan kir ku li bakurê erdhejek dijwar û mezin rû daye û bi milyonan mirov di bin tesîra erdhejê de mane. 
 
Handan, ji bo piştevanî û alîkariya xelkê li herêmên erdhejê banga kir û xwest her kes tev li kampanya alîkariyê bibin. Handan got ew tîmên profesyonel vedixwînin herêmên erdhejê û dikarin wesayît ji bo çûnê temîn bikin. Handan anî ziman ku xelkê Wanê baş ji birîna erdhejê dizane û wan maseya krîzê ava kiriye û ew malbatên ku li herêmên erdhejê bi pirsgirêkan re rûbirû mane vedixwînin Wanê.