Li Mêrdînê 4 avahî hatin valakirin

  • 21:12 6 Sibat 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - ÎKK a TMMOB a Mêrdînê di encama lêkolîna xwe de li 15 avahiyan xesar tespit kir. Hat ragihandin ku 4 avahî bi temamî hatin valakirin û mohrkirin.
 
Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7 erdhej çêbû. Yek ji bajarên ku erdhejê bandor lê kirî jî Mêrdîn e. Lijneya Koordînasyona Bajar a (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên
 
Tirk (TMMOB) li bajar xebatên tespîtkirina avahiyan kir. Li gorî tespîtên TMMOB’ê;
 
* Li navçeya Şemrexê xesareke zêde gihişt avahiyekî û avahiyek jî bi temamî hilweşiya.
 
* Li navçeya Dêrikê avahiyeke yek qat xesar gihiştê.
 
* Li navçeya Qoserê 3 avahiyên 8 qat, avahiyeke 6 qat û li taxên çoltare jî bi giştî 5 avahiyên yek qat, du depoyên garis û febrîqeyeke hişkkirinê xesar gihiştiyê.
 
Her wiha li navçeya Qoserê 4 avahiyên pir qat ji ber xesara lê çêbûye bi temamî hatin valakirin û mohrkirin.