Fatrettîn Koca:Hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye

  • 21:11 6 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyaniye da û diyar kir ku di erdhêjên ku navenda wê Mereş bû de bi giştî hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest dane.
 
Di erdhêja ku navenda wê Bazarci a Mereşê bi pêla 7.7 pêk hat hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane her diçin zêde dibin. 
 
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya ku da de diyar kir ku di erdhêjê de heta niha hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye û li 10 bajarî bi gişî  11 hezar û 119 kes birîndar bûne û 3471 avahî hilweşiyaye.