Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger ji bin kavilê hat derxistin

  • 19:49 6 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî erdhêja li Mereş û Dîlokê hat jiyîn şûnde, li Antakya ya Hatayê jî ji ber erdêhêjê gelek avahî hilweşiyan. Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren  û keça wê jî di bin kavilê de mabûn. Elîf Torun hat derxistin, lê ji bo keça wê xebatên lêgerînê didomin.
 
Bîlançoya erdhêja li bajarên Kurdistanê ku navenda wê Mereş û Dîlok bû, pêk hat her diçe giran dibe.  Li Antakya ya Hatayê jî gelek avahî hilweşiyan û xebatên lêgerînê didomin. Partiya Şoreşger a Yekbûyî daxuyaniyek da û diyar kir ku seroka giştî Elîf Torun Oneren ya li Antakyayê di bin kavilê de bû hatiye derxistin lê ji keça wê Eylem Aydin hîna di bin kavilê de ye.