Bajarên Rojhilat ji ber erdhêjê zirarek mezin dîtin

  • 17:50 6 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Di encama erdheja ku li Bakurê Kurdistanê pêk hat û li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî bandor kir û Dêra dîrokî ya gundê Kalûtê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê  û Minbicê jî zirarek mezin dît.
 
Rayedarên Midûriyeta Şunwaran a Herêma Efrînê diyar kirin ku di encama erdhejê de dêra li rojhilatê gundê Kalûtê zirarek mezin dîtiye.
 
Bajarê Minbicê  yek ji bajarên Sûriyeyê  ye ku ji erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bandor bû.
 
Di encama erdhejê de sê kes birîndar bûn. Navên birîndaran ev in: Êlîn Ferzat (8), Ensen Xelîl (13) û Cuma Fûad Salih (28). Birîna Cuma Fûad Salih giran e. Her wiha ziyanên madî çêbûn.