Tîmên rizgarkirinê di bin kavilê de mane

  • 17:20 6 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê CHP’ê Velî Agbaba diyar kir ku ji ber erdheja duyemîn a li Meliyetê pêk hat, tîmên rizgarkirinê di bin kavilê avahiyê de mane. 
 
Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar pêk tên. Li bajarê Meletiyê jî xesarek mezin çêbûye. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê û Parlamenterê Meletiyê Velî Agbaba rewşa li bajêr nirxand û destnîşan kir ku di erdheja duyemîn de li Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgariyê ku dixebitîn, di bin kavilê avahiyê de mane. Velî Agbaba da zanîn ku ew li benda piştevanî û alîkariyê lezgîn in û karesata li bajêr xwe radixe ber çavan. Agbaba got gelek avahiyên din jî di erdheja duyemîn de hilweşiyan e û erdhejek dijwar pêk hatiye.