Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike

  • 12:57 6 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildan, xwepêşandan û çalakiyên gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 5 mehan e dewam dikin. Tevî kuştin, girtin, îşkence û cezayên darvekirinê jî gel hîna li kolanan e û çalakiyên xwe didomîne.
 
Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî êrişên dewleta Îranê yên li ser xwepêşandêran jî xwepêşandêran dewam dike û xwepêşandêr kolanan bernadin û çalakiyên xwe didomînin.
 
Duh li bajarê Abdanan ê parêzgeha Îlamç ya Rojhilatê Kurdistanê, malbatên xwepêşandêrên girtî, li ber Dadgeha Abdanan kom bûn û daxwaza berdana girtiyan kir. Hêzên dewletê ji bo belavkirina malbatên girtiyan êrişî malbatan kir.
 
Bajarê Abdanan yek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji destpêka xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve bi awayekî çalak cihê xwe di nava xwepêşandanan de girtiye ku bi dehan xwepêşander û çalakvanên lê hatine girtin.
 
Her wiha li bajarê Xaş yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, xwepêşandêran li dijî berdewamiya girtina şêwirmendê melayê Mizgefta Mezin a Zahîdanê Mewlewî Ebdulhemîd, Mewlewî Ebdulmecîd Murad Zehî, çalakî li darxistin û daxwaza berdana Murad Zehî kir.
 
Li bajarên Esfehan û Ehwaz jî gelek cotyar û karker ji ber bicihneanîna daxwazên wan, dest bi meş û grevê kir.
 
Li paytexta Îranê Tehranê leşkerê bi navê Kemal Ebdulazade ji ber ku di dema xwepêşandanan de, di dîmenekê de dibêje ne amade ye ku gule li xwepêşandêran bibarîne, bi tohmeta ‘hewldana li dijî asayîşa welat’ 5 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Di 4’ê Sibatê de serokê girtî yê Tevgera Kesk Mîr Hisên Mûsewî pêşniyar kir ku ji bo bi şêweyekî aştiyane guhertina desthilatê, referandum were kirin û destûrek nû li ser vê armancê were amadekirin. Piştî banga Mîr Hisên Mûsewî, 7 girtiyên siyasî ku hinek ji wan ji berpirsên berê yên hikumeta Îranê ne, pêşwazî li bang û pêşniyara Mûsewî kir û got: “Yekane rêya rizgariya welat ew e ku desthilatdar, mafê gel ê xwe bi xwe diyarkirina qedera xwe, bipejirînin.”
 
Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji destpêka xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve, herî kêm 488 kes hatine kuştin ku 64 jê zarok in û 39 jî jin in.
 
Her wiha li gorî nuçeya ajansa Heranaş, di dirêjiya xwepêşandanan de nêzîkî 20 hezar kes hatine destgîrkirin û 4 xwepêşander jî hatine bidarvekirin.