Çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê: Ji bo azadiya Rêbertî em têdikoşin

  • 09:01 6 Sibat 2023
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Ber bi 15’ê Sibatê ve çalakiya di 10'ê mehê de li Mexmûrê dest pê kiriye vegeriya greva birçîbûnê. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Xurbet Îşlek têkildarî çalekiyê axivî û got: “Em xwe perwerde dikin, bi rêxistin dikin û bi awayekî bi hêz tevlî pêvajoyê dibin. Heta azadiya fîzîkî ya rêbertî wê ev têkoşîna me dewam bike.”
 
Ber bi 15’ê Sibatê salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatiye ve li seranserê Kurdistanê çalakî dest pê dikin. Yek ji van navendan jî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) e. Li Mexmûrê di 10’ê Kanûnê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û di 1’ê Sibatê de jî ev çalakî vegeriya greva birçîbûnê. Têkildarê çalakiya ku wê heta 8’ê Adarê berdewam bike endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Xurbet Îşlek nirxandinên xwe bi parve kir û got:"Em ê hêzê bidin çalakiyên ji bo rêbertî."
 
‘Em ê perwerde bibin û bi hêzbibin’
 
Xurbet bi nasandina çalakiya dane destpêkirin, dest bi axaftinê kir. Xurbet wiha axivî: “Em ketin meha sibatê ku ev meh ji bo me mehek girîng e. Li dijî komployê, ji bo azadiya rêbertî hertim çalakiyên me berdewam in. Grevên birçîbûnê, meş, semîner, perwerde, daxuyanî, pêşengeh û wekî din çalakî pêk dihatin. Wekî gelê wargehê mijara hertim di rojeva me de ye bê guman ev e. Îsal jî ji wê cuda di 10’ê Kanûna 2022’yan de me çalakiya nobetgirtina ji bo Rêber Apo dabû destpêkirin. Ev li ser bingeha perwerdekirin û jiyana bi rêbertî re hate bernamekirin. Dewreyên me bi awayekî sîstematik tên guhertin û di nava dewreyê de çalakiyên wekî xwendina parêznameyên rêbertî, semînerên têkildarî wî û perwerdeyên tên dayîn re hatine dewlemendkirin. Berê rojane çalakî pêk hatin lê ev çalakiya me ya domdar wê bi awayekî rêxistinkirî pêk were. Di meha sibatê de jî em vê çalakiya xwe li ser nîqaşên komîteyan vediguherînin çalakiya greva birçîbûnê.”
 
‘Divê em hêza xwe bikin yek’
 
Xurbet da zanîn wê di çalakiya xwe de, bi rêxistin bibin û bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan xwe têr bikin û wiha pê de çû:" Encex wê bi vî rengî têkoşîna me ya li dijî hişmendiya komploger û tecrîdê bi hêz bibe. Armanca me azadiya fîzikî ya rêbertî ye û ji bo vê armancê jî pêwîst e em çalakiyên bandorker û xwedî bingehek qayîm pêş bixin. Ne tenê li wargehê li Ewropa, li bakur û Rojavayê Kurdistanê jî bi heman rengî çalakiyên li dijî tecrîdê berdewam dikin. Ev nobetên me, çalakiyên me belav dibin û bi hêztir dibin. Lê belê di warê evqas kûrbûna tecrîdê de pêwîst e em rexnedayînê bidin. Di qada Başûr de xwedîderketinek bihêz pêk nehat. Di aliyê çalakiyan de jî kêmanî hatin jiyîn. Pêwîst e yekîtiyek xurt û xwedîderketinek xurt hebe. Niha li hemû Kurdistanê heyanî Dîasporayê divê em yek deng bin. Ger em bixwazin ev pêkan e. Divê Başûrê Kurdistanê jî di vî alî de bi hêztir xwe tevlî pêvajoyê bike.”
 
‘Ya me tune bike wê bêdengî be’
 
Xurbet rexneyên xwe yên ji bo Başûrê Kurdistanê wiha da berdewamkirin: “Girêdayî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin li ser Kurdistanê jî êrişên giran hene. Bi taybetî di demên dawî de planên dagirkirina Kurdistanê li Herêmên parastina Medyayê û li Rojavayê Kurdistanê rengê xwe nîşan da. Rojane axa Kurdistanê tê bombebarankirin û talanên mezin pêk tên. Di vê astê de gelê Başûr li ku ye? Çima dengekî baş dernakeve? Tecrîd û şer hemû jî heman konsepta tunekirina kurdan e. Pêwîst e dengekî herî bi hêz jî ji gelê Başûr bi xwe be. Divê demildest ev bêdengî were bidawîkirin. Ya me ber bi tunebûnê ve bibe wê ne êriş, bêdengiya gel be.”
 
‘Fikrê rêbertî gerdûnî bû’
 
Xurbet da zanîn cîhanê kurdan nas kir û di bin felsefeya rêbertî de ev pêlên berxwedana kurdan belav dibe. Xurbet serhildana jinê ya Rojhilatê Kurdistanê mînak da û got: “Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ re jinên Rojhilat û hemû jinên cîhanê rabûn. Bi dirûşmê re fikrê rêbertî gerdûnî bû. Îro têkoşînek mezin heye û divê li gorî vê girîngiya rola rêbertî jî serhildanek pêk were. Li dijî tecrîdê, ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî divê pêk were. Azadiya jinê, azadiya gelan bi azadiya rêbertî re pêkan e. Divê îsal em bikin sala azadiya Rêbertî. Divê em bikaribin vê tecrîdê têk bibin. Her roja diçe ev li ser me dibe bar. Divê em demlidest bikevin nava tevgerê.”