Ji ber erdheja bi pileya 7.4 gelek kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 07:52 6 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYA - Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhejê bandora xwe li ser gelek bajarên mîna Amed, Riha, Mêrdîn, Meletê kir. 
 
Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhej bandor li gelek deveran kir. Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Mirî û birîndar hene. 
 
Amed
 
Hat diyarkirin ku li navçeya Rezanê ya Amedê, herî kêm sed kes di bin kavilên avahiyekê de mane. 
 
Erdheja li Bazarcix a Mereşê ku bi pieya 7.8'an çêbû, bandor li gelek bajarên herêmê kir. Hat diyarkirin ku li Kolana Barişê ya Taxa Şeyh Şamîlê ya navçeya Rezanê ya Amedê avahiyeke 7-8 qatî xera bûye. Tê gotin ku herî kêm sed kes di bin kavilên avahiyê de mane. 
 
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. 
 
Mêrdîn
 
Ji ber erdheja li Bazarcixê, li Mêrdînê jî gelek avahî texrîb bûn û 2 avahiyên mustaqil xera bûn. 
 
Lê Mêrdînê ji ber erdheja Bazarcix a Mereşê, gelek avahî texrîb bûn û 2 avahiyên mustaqil hilweşiyan. Li gor agahiyên bi dest ketin li gundê Dihêe yê qoserê du avahiyên mustaqil xera bûne. 
 
Her wiha dîwarên hewşên gelek avahiyan xera bûne. 
 
Hat ragihandin ku ji ber erdhejê dibistan hatine betalkirin. 
 
Riha
 
Li Rihayê ji ber erdhejê 16 avahî hilweşiyan. Li gor agahiyên destpêkê 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û 110 kes jî birîndar bûne. 
 
Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5'an du erdhej çêbûn. Erdhejên li ser hev çêbûn, bandorê li gelek bajarên herêmê kirin. Li Rihayê, li gor agahiyên destpêkê 16 avahî hilweşiyane û 10 kesên di bin kavilên avahiyan de mane jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku 110 birîndar jî ji bin kavilan hatine derxistin û gelek kes jî hê di bin kavilan de ne.