Çalakiyên li dijî tecrîdê yên li Ewropayê didomin

  • 21:54 5 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiyên bi boneya şermezarkirina 24’emîn salvegera komploya navneteweyî li gelek bajarên Ewropa didomin.
 
Di 24’emîn salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li gelek welatên cîhanê çalakiyên protestoyî didomin.
 
Hollanda
 
Meşa Dirêj a ku li Hollandayê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, A Niha” de hate organîzekirin, piştî Deen Haagê di roja duyemîn de li paytext Amsterdamê berdewam kir.
 
Girseya ku di roja duyemîn a meşê de saet di 11:00’an de li Parka Wester li hev civiyan, ji kolanên qelebalix ên Amsterdamê heta Mûseûm Pleînê meşiyan. Di tevahiya meşê de Komploya Navneteweyî bi dirûşmeyan hate protestokirin.
 
Kurdistanî û dostên wan ên Elman salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî bi meşa dirêj protestokirin û ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga tevlibûna meşa navendî ya li Strasboûrgê kirin. 
 
Kîel
 
Meşa dirêj a ku bi boneya salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî li bajarê Kîel ê Elmanyayê hat lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.
 
Di roja duyemîn a Meşa Dirêj de ku Kurdistaniyên li Kîelê û dostên wan bi Kurdistaniyên li Bremen û Hambûrgê dijîn re organîze kir, ji Parkplatz Famîlayê heta stasyona trenê ya navendî ya Kîelê meşiyan. Di dema meşê de li hin cihan rawestan û li ser komploya 15’ê Sibatê axaftin hatin kirin û peyam hatin xwendin.
 
Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Freiheit für Öcalan”, “Bijî Serok Apo” û “Es lebe Öcalan” hatin berzkirin. Faşîzma dewleta Tirk bi dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye” û “Terorîs Erdogan” hate teşhîr kirin. Meşa dirêj piştî banga tevlêbûna xurt a meşa bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, A Niha” ku wê li Strasboûrgê were lidarxistin, bi dawî bû