Der barê komploya navneteweyî de semîner

  • 19:08 5 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de semînerek lidarxist û banga bidawîkirina tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û eşkerekirina rewşa tenduristiya wî kir.
 
Semîner li navenda Şîrketa Pêşxistina Çandiyê ya herêma 7 Kîlo ya Dêrazor bi beşdariya nûnerên Komîteyên Jinan a Dêrazorê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan, Ciwanên Şoreşger û Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê hate lidarxistin.
 
Di semînerê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Elî El Ehmed semîner bi rêve bir û komploya li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şîrove kir.
 
Elî El Ehmed der barê jiyana rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkoşîna wî heta îro de wiha vegot: “Têgîna Komploya Navneteweyî û doza revandina rêber Ocalan û radestkirina wî, li ser komployên hêzên hegemonîk û kapîtalîst ên li dijî vîna gelan, şoreşger, ronakbîr û rêveberên wan mînakeke zelal e. Komplo, kûrtir e û tijî pirsnîşan e. Her tişt berê hatiye hazirkirin û amadekirin. Tirkan bi xwe îtiraf kir ku di komploya 15`ê Sibatê de, destê îstixbarata Îsraîl, Amerîka, Kenya, Yewnanistan û Tirkiyê heye. Komplo berdewam e, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berdewama şerê li dijî fikrê demokratîk ê azad e. Divê li hember van siyasetan tê bikoşin ku şikandina vîna gelan û hêviyên wan ên azadiyê armanc dikin.”
 
Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî Komploya Navneteweyî hate pêşandan.