Li Hezexê jinekê biguman jiyana xwe ji dest da

  • 18:37 5 Sibat 2023
  • Rojane
ŞIRNEX- Li Hezexê jina bi navê Ayşe Aktî ya 46 salî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê li gundê Zerzûze Xwar jina bi navê Ayşe Aktî ya 46 salî li mala xwe bi awayekî guman mirî hat dîtin.  Malbata ku bûyer ferq kir, agahî da ekîbên tenduristiyê û ekîbên hatin cenaze rakirin morga Nexweşxana Dewletê ya Hezexê.