Hat xwestin li Bexdayê li dijî tundiya li ser jinê zagoneke taybet derkeve

  • 14:17 5 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên mafên jinan û malbatê li Bexdayê çalakiyek li dar xist û ji Meclisa Dadwerî ya Iraqê xwestin li dijî şideta li ser jin û malbatê qanûneke taybet were derxistin.
 
Li gorî Rojnewsê, vê sibehê bi dehan çalakvanên mafên jinan li ber avahiya Meclisa Dadwerî ya Iraqê çalakiyek li dar xist. Hat gotin çalakvanan daxwaz ji Meclisa Dadwerî ya Iraqê kirin ku qanûneke taybet ji bo rûbirûbûna şideta nava malbat û jinê derxe.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha li Iraqê ti zagonek taybet ji bo rûbirûbûna şideta nava malbatê nîne da ku di her bûyerek şidet an jî destdirêjiyê de ferdên malbatê li gor zagonê werin parastin.
 
Ev çalakî piştî qetilkirina boggera iraqî ya bi navê Teybe El Elî ji aliyê bavê xwe ve pêk hat. Hate gotin piştre bavê wê xwe radestî hêzên ewlehiyê kir.