Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kir

  • 14:16 5 Sibat 2023
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 699’an çalakiya Nobeda Edaletê dewam kirin û gotin: “Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye.” 
 
Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Nobeda Edaletê ya malbatê îro di roja 699’an de berdewam kir. 
 
‘Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye’
 
Di dawiya hefteyê de edliye girtî ne lewma malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Têkildarî mijarê malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Hêza dewletê heye ku hiqûq, edalet û wekheviyê pêk bîne. Parlamenterî, pîşeyek nîne. Dê parlamenterî sibehê xelas bibe û edalet dîsa were! Di vê pêvajoyê de pêdiviya me tenê bi piştevaniyê heye. Em ji bo her kesê xwedî li vê doza me ya mirovahiyê derketin minetdar in.”