Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike

  • 12:48 5 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana "Jin Jiyan Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî zextên rejîmê jî dewam dike. 
 
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve, dest pê kirî, duh 141 roj li pey xwe hişt. Ji bo bidawîanîna Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêzên dewleta Îranê bi hemû rê û rêbazên herî tund êrişî xwepêşander û beşên din ên civakê yên ku piştgiriya xwepêşandanan dikin, dike.
 
Duh li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê welatiyan li cihê qetilkirina Muhsîn Qeyserî ku yek ji xwepêşanderên hatibûn qetilkirine, gul danîn.
 
Li gor hin dîmenên hatin parvekirin, li hin taxên bajarê Sine ciwanan li ser cadeyan bi pêxistina agir û dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî rejima Îranê nîşan dan.
 
Li bajarê Bane jî gelek mamostayan bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo hempîşeyên xwe yên li Seqiz, Dîwandere, Merîwan û Sine ku ji ber daxwaza mafên xwe kiribûn ji kar hatibûn dûrxistin, nîşan dan.
 
Li Îranê jî nerazîbûn bi rengên cuda berdewam in. Her wiha xemsariya desthilatê ya li beramberî mexdûrên erdheja bajarê Xoy a Rojhilatê Kurdistanê jî yek ji mijarên din ên nerazîbûna ye.
 
Di vê çarçoveyê de hinek girtiyên siyasî li girtîgeha Evînê ya Tehranê xemsariya rejimê ya li beramberî mexdûrên erhejê şermezar kirin û bang alikariya bi mexdûran re li gel kirin.