Dê li Fînlandiyayê ji bo Abdullah Ocalan meş bê lidarxistin

  • 10:30 5 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wê i bajarê Oûlû yê Fînlandiyayê bi dirûşma “Erdogan şermezar bikin, faşîzma Tirk rawestînin, azadî ji bo Ocalan” meşeke dirêj bê lidarxistin. Wê di meşê de peyama azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dayin. 
 
Roja 6’ê Sibatê Duşemê saet di 17.00’an de li Rotûaarî ya li navenda Oûlûyê, wê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşa dirêj bê lidarxistin. Komîteya amadekar a meşê diyar kir ku êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk, ji tavîzdayîna demokrasiyê ya hikûmeta Fînlandiya ya ji bo bibe endamê NATO’yê û peymanên çekan ên bi dewleta tirk re wê bê protestokirin û got ku demokrasî nayê firotin.
 
Di daxuyaniyê de bal kişandina ser êrîşên dewleta tirk û hat gotin ku rejîma li Tirkiyeyê mafên mirovan binpê dike.
 
Komîteya amadekar helwesta hikûmeta Fînlandiyayê ya li beramberî Erdogan rexne kir û destnîşan kir ku divê Erdogan di Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî de, bê darizandin.
 
Binpêkirina hiqûqa navneteweyî 
 
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku Fînlandiyayê hiqûqa YE’yê binpê kiriye û wiha hat gotin: “Fînlandiyayê bi qebûlkirina daxwaza radestkirinê ya Tirkiyeyê, hiqûqa YE’yê û mafên mirovan a navneteweyî, binpê kir. Li gorî rêxistinên mafên mirovan a navneteweyî, li girtîgehên li Tirkiyeyê îşkence zêde bûye.”
 
Daxwaza demokrasiyê biparêze
 
Di daxuyaniyê de daxwazên çalakvanan wiha hat rêzkirin: “Erdogan ji Havîna borî û vir ve ji bo Fînlandiya endamtiya NATO’yê erê bike, şantajê dike. Herî dawî ji bo ku Fînlandiya bi Swêdê re ‘heman şaşitiyan’ neke gefên sergirtî, lê xwar.
 
Daxwazên me wiha ne:
 
Fînlandiya divê di tu şert û mercan de li ser israra Tirkiyeyê yan jî ya yekî din, ji polîtîkayên xwe yên azadî, demokrasî û mafên mirovan tavîzê nede.
 
Fînlandiya divê serî li ber şantajên Erdogan netewîne û bi awayekî eşkere li dijî derewên Erdogan ê di asta hikûmet, medya û civaka sivîl de rabe.
 
Tirkiye divê hemû girtiyên siyasî berde. Divê Abdullah Ocalan ê ev 23 sal in li Tirkiyeyê girtî ye bê berdan, ji bo Kurd bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin pêvajoyek demokratîk bê destpêkirin.
 
Divê qirkirin û sûcên şer ên rejîma Erdogan bê şermezarkirin û pêşî li sûcên nû bê girtin.”