Jinên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’: Bêyî bedel azadî ne pêkan e

  • 09:05 5 Sibat 2023
  • Rojane
AMED - Li dijî komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, jinan çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ pêk anîn û di nameyên ku li pey xwe hişt komplo vala derxistin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê de bi komploya navneteweyî anînTirkiyeyê û di ser komployê de 24 sal derbas bû. Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye, ji roja anîne Tirkiyeyê di bin tecrîda giran de tê girtin.
 
Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd ku sala 1999’an wek sala reş îlan kir, ji bo dengê xwe bi cîhanê bidin hîskirin, bi rojan, mehan heta bi salan bê navber çalakî pêk anîn.
 
Jinên Kurdistanî û enternasyonalîst bi armanca protestokirina girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1999’an de gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û bedena xwe dan ber agir.  Jinên bedena xwe dan ber agir, bi nameyên li pey xwe hiştin komplo vala derxistin.
 
Me nameyên jinên çalakiya li dijî komployê pêk anîn ji bo we xwendevanên xwe kom kir;
 
Hatîfe Falay ya 60 ji Êlihê koçî Stenbolê kiribû û yek ji damezrînerên Dayikên Aştiyê bû. Dema komployê ji televîzyonê temaşe dike dibêje ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ û li mala xwe ya taxa Guneştepe ya Gungoren a Stenbolê di 13’yê Kanûna 1998’an de bedena xwe da ber agir.
 
Endama Yekitiya Propganda Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst (MLSPB) Serpîl Polat li girtîgeha Sakaryayê di 17’ê Sibata 1999’an de bedena xwe da ber agir û di nameya li pey xwe hişt de got: “Ez êrişa di şexsê Rêber Apo de li hember Gelê Kurd pêk tê şermezar dikim û bi agirê bedena xwe hêrsa xwe ya li dijî dijmin tînim ziman.”
 
 
Selamet Menteş û Aynur Artan jî di 23’yê cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Mîdyadê bedenên xwe dan ber agir. Selamet Menteş li girtîgehê, Aynur Artan li nexweşxana Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Aynurê di nameya xwe de got: “Parastina serokatiyê, bi reviyên azad yên agir pêkane.”
 
Hukmiye Seyhan di kanûna 1999’an de di civaka Dewletên Serbixwe de bedena xwe da ber agir. Hukmiyeyê di peyama ku xîtabê Gelê Kurd dikir de diyar kir ku di şexê Abdullah Ocalan de xwestine pêşeroja wan tarî bikin.
 
‘Hûnê piştre çalakiya min fêm bikin’
 
Nesrîn Teke di 1981’ê de li Amedê hat dinê û nûnera buroya Komara Ozgur Halk a Amedê bû. Di çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ di 9’ê Tîrmeha 2000’î de jiyana xwe ji dest da. Nesrînê ku xwe li ber çavê dayika xwe şewitand, ji dayika xwe re gotibû ‘Hûnê wateya çalakiyê piştre fêm bikin.”
 
‘Bijî serok Apo’
 
Fatma Ozen (Rojbîn Amanos) di 1993’yan de tevli PKK’ê bû û di 1999’an de çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ pêk anî û di nameya xwe hiştibû de armanca xwe anî bû ziman: “Serokê min dema vê nameyê dinivîsim dixwazim her tiştî hîs bikim. Hîskirin û cesareta nivîsandina vê daxwaza herî mezin bû ji bo min. Ji ber vê ez pir kêfxweş û bi kelecanim.bijî Sero Apo. Bijî YAJK û qehr be hemû nêzîkatiyên serdest.”
 
‘Em astengiyan nas nakin’
 
Nezahat Baraci li Cizîr a Şirnexê tê dinê û di 1991’ê de tevli gerîla dibe. Di 20’ê Adara 1999’an de bedena xwe da ber agir û beriya çalakiya xwe pêk bîne di nameya nivîsî de bû diyar kiribû ku ew astengiyan nas nake û bersiva pêwist dide dijmin.
 
Zînê Gulîstan di 1999’an de tevli têkoşîna azadiyê dibe û bi eslê xwe ji navçeya Susuz a Ardaxanê ye. Gulîstan sala tevli têkoşînê dibe çalakiya xwe jî pêk tîne û di nameya xwe de armanca çalakiya xwe anî ziman û diyar kiribû serkeftin pêkan û teqez e.
 
‘Bêyî bedel azadî ne pêkan e’
 
Di 1’ê Sibata 2006’an de Endama Meclîsa YJA-Star Viyan  Soran (Leyla Walî Huseyîn) li herêma Heftanînê bedena xwe da ber agir. Viyan Soran di nameya li pey xwe hişt de wiha got: “Ez di her şeva 15’ê Sibatê de Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Berîvan, Ronahî, Rehşan, Sema, Fîkrî Baygeldî, Serdan û bi hezaran rêhevalên xwe yên şehîd di dilê xwe de dihewînim. Dirûşma wan a ‘Bijî Serok Apo’ her tim di dilê min de davêje. Dibe ku hûn çalakiya min qebûl nekin û rexne bikin. Lê em ji we fêr bûn ku heta bedel neyê dayîn azadî jî pêk nayê.” 
 
 Elefteria Fortulakî
 
Jina enternasyonalîst a Yewnanî Elefterîa Fortulakî ku li Yewnanîstanê îdeolojiya têkoşîna azadiyê nas kir, di 24'ê Adara 2006'an de dema 23 salî bû rojek piştî Newrozê bedena xwe da ber agir û bû Newroz. Elefteriya dayika 2 zarokan bû û di nameya ku li pey xwe hişt wiha got: "Ez Kurdistanê jî wek welatê xwe dibînim. Ez gelek ji Yewnanîstaanê hez dikim. Lê ez bi qasî zimanê xwe ji kurdî jî hez dikim. Dayik ji bo wekheviya gelan tiştekî xweş e. Gelê kurd ji bo wekheviya gelan têdikoşe. Ez jî wek Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşanê îsal Newrozê pîroz dikim lê hinek dereng mam. Biryarbûna wan gelê kurd xurtir kiriye." 
 
Li navçeya Bulanik a Muşê Evrîm Demîr a 18 salî jî ji çalakiya Mustafa bi bandor dibe û di salvegera berxwedana girtîgeha Amedê ya 14’ê Tîrmehê de li baxçeyê mala xwe agir berda bedena xwe û dawî li jiyana xwe anîn. Evrîmê di nameya li pey xwe hişt de diyar kir ku ew bi çalakiya xwe dixwaze bibe dengê aştiyê.
 
Ayten, Zehra, Medya û Yonca...
 
Di 7’ê Mijdara 2018’an de hevseroka KCD’ê ku girtîbû çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger dabû destpêkirin û li hemû girtîgehan belav bibû. Dema çalakiyan berdewam dikir, girtiya bi navê Ayten Beçet ya li girtîgeha Jinan a Gebzeyê dima, Zehran Saglam ya li girtîgeha Tîpa T ya Oltu diman, Medya Çinar ya li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dima û Yonca Akici ya li girtîgeha Şakranê diman bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê kişandin çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.