Lijneyên Çavdêrî û Îdarî wek dadgehan tev digerin!

  • 09:04 5 Sibat 2023
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
AMED -  Parêzer Adîle Salman, bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got: "Lijneya Çavdêrî û Îdarî xwe datîne li şûna dadgehê û înfazên girtiyan heta 6 mehan taloq dike. Ev tişt li dijî qanûnê ye."
 
Girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan bênavber didomin. Girtiyên ku divê bên berdan bi hincetên cuda cezayên disîplînê li wan tê bîrin û nayên berdan, lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û tedawiyên girtiyan nayên kirin. Her wiha tevî ku di rêziknameya nû de biryara taloqkirina înfazê wek 3 meh hat guhertin jî hêj jî wek 6 meh esas tê girtin û girtî nayên berdan. 
 
Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Amedê Parêzer Adîle Salman, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rêziknameya nû ji ajansa me re nirxand.
 
‘Zêdetirî 70 kes mirin’
 
Adîle, da zanîn ku bi giştî li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê mafê girtiyan ên bingehîn tê binpêkirin û got: “Em jî dibin şahidê bûyerên ku ji vê xalê dest pê dikin û heta îşkenceyê didome. Weke ku me di sala borî de jî dît, ji 70 girtîgehan zêdetir agahiyên mirina bi guman hatin. Hin ji wan girtiyên nexweş ên giran bûn, tevî ku gelek caran serlêdanên taloqkirinê jî dihatin kirin, ji ber nebûna raporan înfazên wan hatin redkirin. Hin ji wan girtiyan di bin navê xwekuştinê de bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan. Bûyerên ku nehatine ronîkirin hene. Ev mirinên ku hîna di bin lêpirsînê de ne yan jî di encama lêpirsînê de nehatine darizandin.”
 
Li dijî binpêkirinên mafan grevên birçîbûnê 
 
Adîle, da zanîn ku li girtîgehên Xarpêt û Edeneyê girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan hêj jî berdewam dike û wiha pê de çû: “Sedema destpêkirina greva birçîbûnê ya li Edeneyê jî ew e ku komên cendirmeyan dema wan birine nexweşxaneyê an jî sewqî dadgehê kirine xwestine hindirê devên wan binêrin. Ligel gelek serlêdanên hiqûqî jî tu gav nayên avêtin. Girtiyên li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ji ber lêgerîna di nava dev de çûyîna nexweşxaneyê red dikin. Ev dibe sedema derengmayîna pêvajoyên dermankirinê. Di demek nêz de li Girtîgeha Xarpetê li dijî girtiyek mudaxaleyek fîzîkî pêk hat û piştî vê yekê binpêkirinên mafan jî hatin jiyîn. Li dijî îşkence û binkirina mafan girtiyên Xarpêtê jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Li Girtîgeha Xarpêtê lêgerîna tazî pêk hatibû û ev rewş di meclîsê de jî hatibû ziman. Her çend ferzkirina lêgerîna tazî di qanûnê de wekî lêgerîna berfireh cih digire jî ev yek ket rojeva meclîs û çapemeniyê jî. Her çiqas wisa xuya dike ku li gelek girtîgehan lêgerîna tazî nayê pêkanîn jî, bi rastî piştî sirgûnan li gelek girtîgehan ev yek pêk tê. Bûyerên lêgerîna tazî dema ku girtî dibin li dadgehê û nexweşxaneyan bi vê yekê re rû bi rû dimînin.”
 
‘Ceza li girtiyan tê birîn' 
 
Adîle, destnîşan kir ku li girtîgehan pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê heye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Personelên girtîgehê sûdê ji polîtîkayên bêcezahiştinê digirin. Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derdikevin gilî dikin, lê bi zextên karmendan re rûbirû dimînin. Lê li vir karmend tê parastin. Gilîkirina girtiyan jî bê encam dimîne, ceza li girtiyan tê birîn."
 
‘Demek nêz de em ê raporeke nû parve bikin’
 
Adîle, bi lêv kir ku ew weke endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê û Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê serdanên xwe yên girtîgehan didomînin û got raporên ku amade dikin bi raya giştî re parve dikin. Adîle, destnîşan kir ku di demek nêz de têkildarî binpêkirina mafan a li girtîgehan de dê raporek parve bikin û wiha axivî: “Herî dawî ji Girtîgeha Jinan a Amedê der barê binpêkirina mafan de nameyek ji me re hat. Di nameye de behsa kamerayên ku 7 roj û 24 saetan tên şopandin, di dema nexweşxaneyê vedigerin bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin, kelepçeya bi cot, tedawiyek baş nabînin, an jî piştî tedawiyê di demê de dermanê xwe nagirin û gelek pêkanîn din bi cih digirin, hat kirin. Piştî ku hevdîtinên me yên li girtîgehan qediya em ê raporek amade bikin û bi çapemeniyê re parve bikin.”
 
‘Li dijî hiqûqê tevdigerin’
 
Adîle, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser erka ku dane Lîjneya Çavdêrî û Îdarî: "Di 1'ê çileya 2021'ê de rêziknameya ku ket meriyetê behsa raporeke 6 mehan hat kirin. Di vê rapora 6 mehan de xalek heye ku heke rewşa girtî baş nebe dê 6 meh şûnde dê nirxandinek din a nû bê kirin. Ev piştre ji 6 mehan daket 3 mehan. Ligel ku ev 3 meh hat daxistin jî, lê Lijneyên Çavdêrî û Îdarî, bêsînor erka ku ji wan re hatiye dayîn, bi kar tîne û ligel guhertina rêziknameyê jî vê yekê berdewam dikin. Li Girtîgeha Amedê gelek girtî di vê rewşê de ye. Li girtîgehên din jî ne 3 meh, wek 6 meh tahliyekirin tê taloqkirin. Li dijî hiqûqê tevdigerin. Rapor ne ligor 3 mehan li gor 6 mehan tê amadekirin û infaza girtiyan ne 3 meh, 6 mehan tê taloqkirin. Tevî ku me îtîrazên xwe ji dadgerên înfazê re kir jî, hat redkirin. Daxwaznameya me ya îtîrazê sewkê 1'emîn Dadgehên Cezayê Giran hat kirin. Em di hêla hiqûqê de dixitimin.” 
 
‘Rêya Dadgeha Destûra Bingehîn ji me re ma’
 
Adîle, anî ziman ku tenê rêya Dadgeha Destûra Bingehîn maye û got: “Ev serlêdan jî dibe sedema dirêjbûna pêvajoyê û girtî nayên tehliyekirin. Her wiha cezayên dîsîplinê jî dikin hincet. Li hember vê yekê em îtîrazên xwe ji dadgerên înfazê pêşkeş dikin lê dadgeh her tim biryara Lîjneya Çavdêrî û Îdarî esas digire. Em gelek caran vê rewşê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re radigihînin. Heta niha di serdanên me de biryara binpêkirinê nehatiye dayîn. Hîn serlêdanên me jî bêencam mane. Tevî guherîna qanûnî jî, têkildarî pêkanîna rapora 6 mehan serlêdanên me yên li Dadgeha Destûra Bingehîn hene. Ji bo vê yekê jî hîn bersiv nehatiye dayîn.”
 
‘Em bi biryar in’
 
Adîle, di dawiyê de wiha got: “Weke Baroya Amedê û OHD’ê em bi biryar in ku serlêdanên xwe bi awayekî hiqûqî bişopînin. Em bi biryar in ku heta dawiyê rêyên hiqûqî bi cih bînin. Em bi biryar in ku bi tu awayî paşve gav neavêjin.”