Doza H.K.G: Em ji wezaretê bawer nakin

  • 09:03 5 Sibat 2023
  • Hiqûq
STENBOL - Endama Jin Bi hev re bi Hêz in Ferîde Eralp, diyar kir ku dewlet piştgiriyê dide tarîkat û cemaetan, êrîşa zayendî tê veşartin û wiha got: “Bi biryara veşariyê ya danîn ser dosyaya doza H.KG'ê, du salan wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê êrîşa zayendî ya li zarokê ji netîdtî ve hatiye. Em ji wezaretê bawer nakin. Em ê şopdarê pêvajoyê bin.”
 
Damezerînerê Weqfa Hîranur ya girêdayê Cemaeta Îsmaîlaga Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G bi mirîdê xwe Kadîr Îsteklî re "zewicandibû" û bi salan êrîşa zayendî li zarokê hatibû kirin. Der barê gumanbaran de bi sûcdariya ‘êrîşa zayendî’, ‘êrîşa zayendî ya sîstematîk’ doz  hat vekirin û yemekîn runiştina dozê di 30’ê Çile de li Salona Konferansa Hakan Yalçin ya li Bloka C ya Edliya Anadolu hat dîtin. Ji baroyên cuda bi sedan parêzer, rêxistinên jinan, siyasetmedar, nûnerên saziyên civaka sivîl tevli dozê bûn û bûn dengê H.K.G'ê. Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik jî li daneşînê cih girt.  Heyeta dadgehê biryara veşariyê ya parêzerên gumanbar û Wezîra Malbat û Xizmetên civakî xwestibû qebûl kir.
 
Endama Jin Bihev re bi Hêz in Ferîde Eralp der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Dewlet piştgiriyê dide tarîkatan!
 
Ferîdeyê da zanîn ku tarîkat li welat bi awayekî sîstematîk wek alav tên bikaranîn û mînaka herî şênber jî Cemaeta Gulan bû. Ferîdeyê wiha got: “Bi Cemaeta Gulen sînor nîne. Têkiliya dewletê bi cemaetan re heye. AKP-MHP jî peywirên dewletê dewrê tarîkatan dikin û piştgiriyê didin wan.Wezaretên perwerde, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî bi komele û weqfên ku cemaet û weqfan ava kiriye re protokolan îmze dike. Di esasa vê de jî kapasîteya xizmetê pêşkêşî weqfan dikin.”
 
Bi biryarên veşartinê gumanbar tên parastin
 
Ferîdeyê bi lêv kir ku rojnamevanên bûyerên tacîz û tecawiza cemaetan tînin rojevê hedef tên girtin, rojnamevanên tişta anîn serê H.KG'ê anîn rojevê hatin tehdîdkirin. Ferîdeyê wiha dirêjî dayê: “Dewlet naxwaze destdirêjî derkeve holê. Dixwazin ser bûyeran bê girtin ku hinek tişt li welat hêsan bin. Li Tirkiyeyê ji bo gumanbar bên parastin nahêlin bûyer derkevin holê. Çapemeniya alîgir di nûçeyên der barê doza H.K.G de çêkirine zewaca temenê biçûk de û êrîşa zayendî rewa dike. Wekê ku H.K.G derewan dike nîşan didin. Gotin ‘Dema em zarok bûn bukanî li me hemûyan dikirin, ew ji xwe ne 6 salî 13 salî hatiye zewicandin’. Dibêjin qey 13 salî zewicandin nakeve çaçoveya sûc. Hun nikarin parastinek wisa bikin. Ev îtîrafa sûc e.”
 
‘Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî êrîşê hêsan dike’
 
Ferîdeyê balkişand ser gotinên Wezîra Malat û Xizmetên Civakî Derya Yanik ku ji bo dozê gotibû ‘mijarek di ser siyasetê de re ye’ û got ev jî mînakek din ya ku êrîşa zayendî rewa dike ye.  Ferîdeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî di weqfên Enser de êrîşa zayendî li dehan zarokî hat kirin, wezîra Malbat û Xizmetên Civakî destdirêjî rewa kir û got ji ‘carekê tiştek nabe.’ Ger ku weqfeke sûcê sîstematîk dike û ji ber nêrîna wê ya siyasî û  ji siyaseta xwe biparêze wê  êrîşa zayendî jî bi hêsanî bide berdewamkirin.”
 
‘Em ji wezaretê bawer nakin’
 
Ferîdeyê destnîşan kir ku roja runiştina dozê endamên tarîkatê yên bi armanca piştgiriyê hatibûn wir, bêyî şerm bikin sûc parastine û ev tişt bi lêv kir: “Rûyê wan ne êşiya û şerm nekirin, êrîşa zayendî ya li zaorka 6 salî parastin. Xwedî li gumanbaran derketin. Gotin ‘Yusuf xoce ne tenê ye, xoceyê me ye’.  Ev gotin bi tena serê xwe îtîraf bûn.Yanî gotin ku sûcê wî kiriye em jî dikin, em ji xwe hemû vê dikin, em îmzeya xwe davêjin zewicandina zarokan. Ji alî her kesî ve xwedîderketina li runiştinê girîng bû. Pêkhatina hiqûqê jî bi têkoşînê pêkane.  Berî bi du salan Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hayê wê ji bûyerê hebû. Lê jinedîtîve hat. Ji ber vê baweriya me bi wezaretê nayê.Em di vê mijdarê de jî mafdar in. Em jin bi biryar in û em ê şopdarê pêvajoyê bin.”