ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN

  • 09:00 5 Sibat 2023
  • Rojev
 
*Endama Jin Bi hev re bi Hêz in Ferîde Eralp, diyar kir ku dewlet piştgiriyê dide tarîkat û cemaetan, êrîşa zayendî tê veşartin û wiha got: “Bi biryara veşariyê ya danîn ser dosyaya doza H.KG'ê, du salan wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê êrîşa zayendî ya li zarokê ji netîdtî ve hatiye. Em ji wezaretê bawer nakin. Em ê şopdarê pêvajoyê bin.” DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Adîle Salman, bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got: "Lijneya Çavdêrî û Îdarî xwe datîne li şûna dadgehê û înfazên girtiyan heta 6 mehan taloq dike. Ev tişt li dijî qanûnê ye." BI DÎMEN 
 
* Li dijî komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, jinan çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ pêk anîn û di nameyên ku li pey xwe hişt komplo vala derxistin.
 
*Piştî derket holê ku damezerînerê Weqfa Hîranurê ya girêdayê Cemaeta Îsmaîlaga Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicandibû û bi salan destdirêjî li zarokê hatiye kirin şûnde, di tarîkat û cemaetan de li zarok û jinan çi tên kirin carek din hat rojevê. Yek ji lingê ku li dora weqfê dibin zirx çapemenî ye û gelo çapemenî jî gumanbarê mijarê ye? MEDYA KRÎTÎK