Têkoşîna jinên Kurd hat nîqaşkirin

  • 20:41 4 Sibat 2023
  • Rojane
STENBOL - Li Konferansa Komara Demokratîk, têkoşîna femînîst û jinên Kurd û polîtîkayên kapîtalîst hat nirxandin. 
 
Konferansa Komara Demokratîk ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Çandê ya Cem Karaca li dar xist, bi sernavê ‘’Dînamîkên damezrandina komarê’’ dewam dike. Rêvebera vê beşê Zerîn Kurtoglu bû û  Ozgur Ozturk, Hulya Osmanagaoglû û Ayhan Yalçinkaya jî mijarên xwe pêşkêş kirin. 
 
Akademîsyen Zerrîn Kurtoglu, li ser têgihên ku bi komarê re niqaşa wan tê kirin sekinî û wiha vegot: ‘’Tu têgihek ji van, ne berhemeke komarê ye. Em di bin dirûşmeya ‘komareke din mimkûn e’ de diaxivin. Mimkûn e lê ji bo pêk bê divê mirov hesabê sed salan bike. Tiştê di vir de bala min dikşîne bêdengiya civakê ye. Çi hatiye ser, negotiye na.’’
 
Ozgur Ozturk ku Akademîsyenekê Aştiyê ye, bi sernavê ‘Sed salên kapîtalîzmê li Tirkiyeyê’ behsa bipêşveçûna kapîtalîzma bi sed salan a li Tirkiyeyê kir.Ozgur bal kişand ser wê yekê ku li Tirkiyeyê serweriyeke mezin a sermiyan heye û wiha got: ‘’Hem di warê bazirganî, pîşesazî û bankavanî hem ji li gelek cihan fona sermiyan derketiye holê. Piştî derbeya 12’ê Îlonê pêşiya sermiyandariyê vebû. Ji wê rojê ve rûyê patronan bi ken e.”  
 
Tekoşîna femînîst û jinên Kurd nayê dîtin
 
Hulya Osmanoglû, bi sernavê ‘Dînamîkên damezirandina komarê patriyarka û têkoşîna femînîst’mijara xwe pêşkêş kir. Hulyayê destnîşan kir ku ji bo nûnertiya wekhevî qewilê du parlamenterên mêr diaxivin bidin jinan. Hulyayê wiha dawî lê anî: “Mijara jinan bi desthilatdariya AKP’ê re tim di rojevê de ye. Îro bi destên AKP’ê, em niqaşa Destûra Bingehîn û Peymana Stenbolê re tên rû hev. Têkoşîna femînîst û ya xelasiya jinên Kurd nayên dîtin.”
 
Akademîsyen Ayna Yalçinkaya jî li ser sernavên ‘’Bawerî’’ û ‘’Komar’’ mijara xwe pêş kêş kir û li ser têkiliya navbeyna Kurd û Elewiyan sekinî.