Ji Yekitiya Jinên Ciwan li dijî komployê semîner

  • 18:51 4 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê ji bo şîrovekirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan semînrek lidarxist û bang kirin ku divê tecrîd bidawîbe û der barê rewaşa wî de agahî bê dayîn.
 
Semîner bi beşdariya nûnerên Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê, Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li navenda Yekitiya Werzîşê ya bajarokê Sifîrê Jêrîn li dar ket.
 
Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Kefa El MIhemed semîner bi rêve bir û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  nirxand û got:: “Fikrê rêber Abdullah Ocalan, hemû civakên herêmê yên kurd û ereb dikarin jê bigirin. Bi saya wî fikrî me herêmên xwe rizgar kirin û jinan rola xwe di civakê de lîst. Her wisa dê ji bo nifşên bê, minaret be.”
 
Kefa di berdewamiyê de wiha anî ziman:“Komploya Navneteweyî ku gelek dewletên cîhanî tev lê bûn, di 15`ê Sibatê serokê neteweyî rêber Abdullah Ocalan radestî Tirkiyê kirin, komployeke binkeftî ye. Ji ber ku heta niha rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de, perspektîf dide gelan. Bi fikr û perspektîfên wê, me bajar û bajarokên xwe ji terorê rizgar kirin û projeya neteweya demorkatîk pêk anî.”