'Divê girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan'

  • 15:34 4 Sibat 2023
  • Rojane
STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” a vê hefteyê de ÎHD bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel û banga berdanê wê kir. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di hefteya 567’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel (61) a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jinan tê ragirtin. Gelek aktîvîstên mafên mirovan tevli çalakiyê bûn û pankarta “Mafê tenduristiyê nayê astengkirin” û “Bila girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bê berdan” hat vekirin. Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî da.
  
Hatîce da zanîn ku Muhlise Karaguzel 3 caran krîza dil derbas kiriye û nexweşiyên wek dil, diyabet, hipertansiyon, astim, fitiqa piştê û stû lê peyda bûne û xetereya ku Muhlîse çavê kor bibe jî heye. Hatîce anî ziman ku nexweşiyên Muhlîse rojane bandorek neyînî li jiyana wê dikin û dema wê di sala 2021’an de krîza dil derbas kiriye û kelemçekirî hatiye tedawîkirin. 
 
Hatîce Onaran diyar kir ku ji ber şertên girtîgehê tedawiya pêwîst a Muhlîse nayê kirin û ew bang li rayedaran dikin ku demildest bi awayek lezgîn biryara berdana wê bidin.