Konferansa Komara Demokratîk: Muhasebeya Sedsalê

  • 15:31 4 Sibat 2023
  • Rojane
STENBOL - Konferansa Komara Demokratîk a ji hêla HDP’ê ve bi nîqaşên “Kurd çi dixwazin, Tirkiyeyek çawa” li Stenbolê pêk tê. Di rûniştina ewil a konferansê de sernavê “Komar: Muhasebeya Sedsalê” hat nîqaşkirin. 
 
Konferansa Komara Demokratîk a ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve bi nîqaşên “Kurd çi dixwazin, Tirkiyeyek çawa” bên kirin li Stenbolê tê organîzekirin, dest pê kir. Konferans li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoyê tê lidarxistin. Gelek nivîskar, rewşenbîr, siyaestmedar, akademîsyen, rojnamevan û gelek kes beşdar bûn. Konferasê bi axaftina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dest pê kir. 
 
'Pêdiviya me bi siyaseteke azad heye' 
 
Mîthat Sancar diyar kir ku ew di pêvajoyek krîtîk re derbas dibin û krîzek mezin li ser beşek mezin a civakê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo ew çaresereyek peyda bikin û li kêleka hev bimeşin vê konferansê li dar dixin û hedefa wan ew e di sedsala nû ya komarê de demokrasiyê û azadiyê bînin û li rêya vê yekê digerin. Armanca vê Konferansa Komara Demokratîk ew e ku bi hev re bimeşin, bi hev re hilberînin û bi hev re bi ser bikevin. Armanca me ew e ku em komarek demokratîk, welatek azad, hemwelatiyek wekhev, peymana jiyana bi hev re û peymana civakî ava bikin. 
  
Me sedsalê vê komarê dîtin. Îşaretên girîng da me. Destpêkirina konferansê dê bibe muhasebeya sedsalê. A esas ew e ku welatîbûn li ser bingeha wekheviyê were rûniştandin û rewabûn jî dewrî civakê bê kirin. Halbûkî ev li cem me her tim berovajî hatiye kirin. Em nikarin bêjin hemû çand, nasname, ziman û netew di sedsalê de azad bûn. Çimkî mafê hemwelatîbûna azad nîne. Mixabin ku ji destpêka avakirina komarê ve heta roja me ya îro feraseta yekperest her tim serwer bûye. Civaka azad dûrî feraseta şexsê xweser maye. Hin tişt belkî qewimîn lê ev zîhniyet heta vê kêliyê jî didome.  Helbet ji moderniya otorîteriyê ber bi moderniya demokratîk ve hin hewldan çêbûn. Belkî di destpêka avakirina komarê de jî bû lê meriv tenê behsa Qanûna Bingehîn a sala 1920’an bike têrê dike. Lê ev jî wek kevanekê maye. Ji destpêka komarê ve pirsgirêka kurd li vî welatî heye û her tim bi siyaeta înkarê û tunekirinê re rûbirû maye. Nêzîkatiya yekperest sedsalî bi Tirkiyeyê da windakirin. 
 
Niha pêdiviya me bi siyaseta azad heye. Divê em li Tirkiyeyê êdî siyasetê azad bikin. Divê em kesane bikin kirdeya civakê û hemû cudahiyên civakê wekhev bikin û ji bo jiyana bi hev re hewldanan bikin. Heke wisa bibe wê aştiyek mezin pêk were. Em dikarin aştiyek mezin û mayînde bi vî awayî li welat saz bikin. Pêwîste em aştiya civakî bi beşên mezin ên civakê re saz bikin û peymana civakî ava bikin. Em neçarin di vê sedsalê de bi êş û kulên me kişandine re hevrû bibin. Çimkî em di vê mijarê hevrûbûnê de mecbûr in. Niha em bi avakirina jiyanek bi hev re, ji bo destpêkek nû ku ber bi komara demokratîk ve biçe wezîfedar in û em neçarin bi vê re rûbirû bibin. Heke em vê çerxa bêsûd neşikînin, em bi kodên kevn di navbera hewldanên restorasyonê de tengav bibin. 
 
Mifteya çareseriyê Komara Demokratîk e 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî beşdaran bi kurdî û tirkî silav kir û wiha axivî: “Em ê li konferansê bi nîqaşên hêja ku wê du rojan bidomin, rêbazên anîna ba hev a Komarê û demokrasiyê biaxivin, nîqaş bikin û bi fikrên hevpar werin ba hev. Em weke Partiya Demokratîk a Gelan, konferansê weke destpêkek nû digrin dest. Em ê di pêvajoya li pêş de, konferansên Komara Demokratîk bi beşdariyên hîn berfirehtir û hevdîtinên temayî, bidomînin. Encamên konferansê wê ji bo xebatên me yên piştî vê jî bibe çirûskek girîng û em ê li pey şopa vê ronahiyê bimeşin.
 
Di pêvajoyek a ku şer, mêtingerî, xizanî, krîzên civakî li ser hev diqewimin de, ji bo em bi hev re ji krîzan rizgar bibin em di pêvajoyek wisan de derbas dibin ku em têkoşîna demokrastî, aştî û edaletê hîn geştir dikin. Armanca me ya sereke ew e ku em bi beşên civakî yên çewisandî re, ‘Bihevrebûna Komara Demokratîk’ ava bikin û di heman demê xeta têkoşînê ya HDP’ê ye. Di sedsala 2’emîn a Komarê de, anîna ba hev a demokrasî û komarê weke neçariyek dîrokî li pêş her kesê ye. Mifteya çareseriya hemû pirsgirêkên Komara Demokratîk e. Mijar ne ew e ku siyaset bi ser bikeve mijar ew e ku ji bo 85 milyon mirovên ku dixwazin li welatek wekhev û azad bijîn, pêvajoyek a demokrasiyê qezenc kirine. Ev pêvajo wê teqez destpê bike.
  
Li vî welatî neçareseriya pirsgirêka Kurd, yek ji astengiyên herî mezin li ber hatina ba hev a komar û demokrasiyê ye. Pirsgirêka Kurd derizîna herî mezin a di navbera komar û demokrasiyê de ye. Eger em vê derizê bibînin, wê ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd şansek çêbibe. Welatek û komarek encex bi azadî û wekheviya jinê dikare bigihije ast û cewherek demokrastîk.”
 
Piştî axaftina destpêkê, konferans bi sernavê “Komar: Muhasebeya Sedsalê” bi rûniştina yekemîn berdewam kir. 
 
'Niyeta kurdan tune ku Tirkiye parçe bikin'
  
Sureyya Karacabey moderatoriya rûniştinê dike û ewilî Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji wezîfeyê hatiye girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, axivî. Ji ber nexweş bû li eywanê neamade bû û bi online beşdarî konferansê bû. Axaftina Ahmet Turk wiha ye: "Împaratoriya Osmanî li ser yekperestiyê hatiye avakirin. Tirkbûn û tirkperestî, di wê heyamê de ket rojevê. Di heyamek ku  Îttîhat Terakkî bi mantiqa netew dewletê bû yek pêk hat. Hişmendiyek netew dewletê bû sedema ku kurd, xeyrî muzlim û hemû bîr û bawerî yanî bi milyonan mirov êşêbikişînin. Her çiqas di kongreyên Sêwaz û Erziromê de soza xweseriyê dabin kurdan jî lê paşê Mustafa Kemal, projeya ku îslamê esas digire meşandiye lê piştî damezrandina Komarê şûnve ev bi temamî hatiye guhertin. Mustafa Kemal di wê heyamê de bi gotina ‘Welatperwerî tirkbûn e’ wê peymanê ji holê rakiriye. 
   
Dema em dikevin sedsala duyemîn a komarê, bêyî parvekirina van rastiyan bi civakê re û misogerkirina guhertin û veguhertinê avakirina komara demokratîk ne hêsan e. Em dixwazin bidin xuyakirin ku heta ku siyaset û aliyên siyasî yên heyî guhertineke cidî di daxwazên kurdan ên hemwelatîbûna wekhev û azad de nîşan nedin û civak ji vê re ne amade be, demokratîkbûna komarê di sedsala duyemîn de ne hêsan e. Bi rastî erka herî mezin dikeve ser milê me. Divê kesên li vê salonê tiştên ku di sedsala dawî de qewimîn bi civakê re parve bikin. Bi vegotina neheqiyên li ser kurdan û gelên li vê erdnîgariyê dijîn dikare guhertin û veguhertinê çêbike. 
 
Ji ber vê yekê jî kesên bi nirx, demokrat û rewşenbîrên ku siberojek demokratîk di hundirê xwe de kirine, dikarin bi dest bixin, yên ku bi demokrasiyê bawer in dikarin bi dest bixin. Civaka ku siberoja Tirkiyeyê bi têgihiştineke ku dê mafên gelên Tirkiyeyê hembêz bike. Heke em vê yekê nekin, ji siyasetê bêtir hêvîya tiştekî xeyalî ye. Divê gelên Tirkiyeyê bên ronîkirin. Divê em diyar bikin ku tu carî niyeta kurdan tune ku Tirkiyeyê parçe bikin, divê Gelê Kurd û Tirk di nirxên hevpar ên demokratîk de li hev bicivin. Heger em bi rastî hembêzekê dixwazin, divê em zanibin ku li ser esasê hemwelatîbûna wekhev li hev kombûn dê pirsgirêka kurd çareser bike û demokrasiyê bîne Tirkiyeyê. Divê raya giştî baş bizanibe ku çima siyaseta ku ji berê heta niha kurdan wek xeternak dibîne, niha kurdan dike dijmin. Heke em karibin van hemûyan bi ser bixin, em dikarin siberoja xwe ewle bikin. Nêzîk e ku gelên vî welatî di pêşerojeke hevpar a demokratîk de bicivin."
 
'Sedsalek li pêy xwe hişt'
 
Nivîskar Mûrat Belge jî diyar kir ku di mijara demokrasiyê de encamêk gelek qenc di dîroka komarê de derneketin û komarek bêdemokrasî sedsalek li pey xwe hişt. Mûrat da zanîn ku ew di wê potansiyelê de ne ku antî-demokrasiyê veguherînin demokrasiyê de ne û got: “Em ber bi hilbijartinek dîrokî ve diçin. Bi vê yekê re jî em di pêvajoyek krîtîk de derbas dibin. Ev pêvajoyek girîng e. Divê em pirsgirêka herî mezin a vî welatî çareser bikin. Em qala demokrasiyê dikin lê gelo wê kurd têde cih negirin? Helbet ev qonaxek zore.” 
 
'Li dibistanan tenê zimanê tirkî perwerde tê dayîn
 
Rojnamevan-nivîskar Necmiye Alpay jî li ser zanist û rasteqîniyê axivî û anî ziman ku ji bo rastî were tunekirin her cure amûr tên bikaranîn û wiha got: “Gelek mirov nizanin ku zimanê zikmakî çi ye. Bi tu awayî nehatiye tomakirin û nedane hînkirin. Ez di navbera wan rojan û van rojan de diçim û têm. Îro li dibistanan tenê zimanê tirkî perwerde tê dayîn. Zarokên netewên din ji mafên perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in. Xwîn diherike lê girêdanek di navbera zimanên me de tune ye.”
 
'Komara sedsalî çima di vî rewşê de ye?'
 
Rojnamevan-nivîskar Oya Baydar jî pirsa “Komarek sedsalî çima di vî rewşê de ye?” kir û got: “Divê modela ku gelê kurd û gelê tirk avakar be were pêkanîn û netewên din jî girîng in. Heke kes nikaribe xwe îfade bike û mafên netewên din neyê nasîn divê em li ser bîrdoziya komarê biaxivin.” 
 
'Divê ev hişmendî bê guhertin'
  
Hiqûqzan Riza Turmen destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku Tirkiye gihiştiyê de, lidarxistina Konseransa Komara Demokratîk girîng e û wiha got: “Yek ji taybetmendiyên girîng a komara Tirkiyeyê, welatîbûn e. Ev welatîbûn, taybetmendiyên cuda ji nedîtî ve tê. Civakek bi yek tîpê ava dike. Mafên çandî jî hene. Divê ev hişmendî bê guhertin.” 
 
'Em berdêlan bi jiyana xwe didin'
 
Siyasetmedar Sirri Sureyya Onder beşdaran bi kurdî silav kir û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ez naxwazin xatira kesê bişkînim, lê têkîliya ku desthilatdarî dixwaze bi guhertina makeqanûna di navbera jin û malbatê de ava bike, ji têkîliya girtîgehê ferq nîne. Dema hûn dijminê xwe hildibêjêrin, divê bi baldar bin, dibe hûn dema pêş mîna wan lê bên. Girtina min a polîtîk a yekem, di temenê min ê 16 saliyê de di dema protestokirina Komkujiya Mereşê de pêk hat. Divê em li pêşiya xwe binêrin û bi vî awayî bimeşin. 
 
Me ji lewaziya ‘Sîstema Parlamenter a hatî Bihêzkirin’ ti xêr nedît. Bi hezaran mirov ketin bi axê, ketin girtîgehan, hatin sirgûnkirin. Tirkîtî bi 150 siwariyan hat vir. Çekên wan tine bûn, bê mecal bûn. Li ser gotinekî ev der kirin warê xwe. Dema Tirkîtî hatî vir, qasî îro ne xwedî nêzîkatiyek a çareserkirina pirsgirêkan bû. Kurd dixwazin li welatî bibin xwedî gotin. Ji bo parvekirina serweriyê, tiştek ku mirov pê bitirse nîne. Em navê wê rast deynin. Gelê Kurd û dostên me yên sosyalîst, ji bo van hemû agahiyan berdêlên giran dane. Qasî ku ji bo me girîng, ji bo kesên girîng nîne. Em berdêla wê bi jiyana xwe didin.”