Li Amedê li aqûbeta Cemal Geren hat pirsîn

  • 14:53 4 Sibat 2023
  • Rojane
AMED - Xizmên Windayan li Amedê li aqûbeta Cemal Geren pirsîn û gotin: "Yekane daxwaza me ew e ku em kuştinên kiryarên nediyar û windayên di destpêka salên 90'î de li Tirkiyeyê rû dane ronî bikin."
 
Malbatên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 730’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin. Di çalakiyê de faîlên Cemal Geren ê di 10’ê sibata 1991’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn.  
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku zêdeyî 15 sal in ew bi malbatên windakiriyan re li Parka Koşûyolû ya Amedê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û got: “Di her şert û mercî de, di berfê de, zivistanê, germa havînê de daxwazên malbatên me, xizmên windayan, rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafan yek in. Yekane daxwaza me ew e ku em kuştinên kiryarên nediyar û windayên di destpêka salên 90'î de li Tirkiyeyê rû dane ronî bikin, bi paşerojê re rû bi rû bimînin û edalet ji nû ve bê pêkanîne. Heta ku cînayeteke bi tenê ya kiryarên nediyar nehatibe ronî kirin bimîne, wê ev daxwaza me bidome.”
 
Pişt re Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Cemal Geren ê di sala 1991’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hate binçavkirin û pişt re cenazeyê wî hate dîtin xwend. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.