Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksût Tepelî pirsîn

  • 14:45 4 Sibat 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe de li aqûbeta Maksût Tepelî pirsîn û gotin: "39 sal beriya niha li Şaxa Siyasî a Gayrettepeyê Maksût Tepelî di binçavan de hat windakirin û em dixwazin faîl bên darizandin û aqûbeta wî bê aşkerakirin." 
 
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin, kujerên wan bên eşkerekirin û darizandin, çalakiya xwe 932'yan bi rêya oline li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Maksût Tepelî hat pirsîn. Daxuyanî ji hêla xwîşka Hayrettîn Eren ê ku di 12'yê Îlonê de hatî windakirin Îkbal Eren ve hat xwendin. 
 
Îkbal, di destpêke de bal kişand ser bêcezahiştina kiryaran û veşartina rastiyan û got: "Ev tişt têr nakin kesên ku daxwaza edaletê dikin jî tên cezakirin û zextê li wan dikin. Bi hewaya siyasetê û lidijî hiqûqê doz li kesên ku edaletê dixwazin tê vekirin."
 
Îkbal wiha bal kişand ser çîroka windakirina Maksût Tepelî ê 28 salî: "Maksût mamosteyekî ciwan bû, di 2'yê sibata 1984'an de dema çu serdana hevalên xwe di rê de ji hêla polîsan ve hat gulebarankirin. Şûna ku Maksût bibin nexweşxaneyê Maksût xistin nava beteniyekî û ew birin Şaxa Siyasî ya Gayrettepê. Li gorî 3 şahidên ku di heman demê de di bin çavan de bûn; Maksût di 5'ê sibata 1984'an de li Şaxa Siyasî ya Gayrettepê îşkenceyek mezin dîtiye û bi rewşeke giran ew rakirine nexweşxaneyê. Êdî pêve tu agahî jê nayê girtin. 
 
Dezgehên fermî binçavkirina Maksût înkar kir. Parêzer û malbata wî ji bo aqûbeta wî hin bibin her tim di nav lêgerînê de bûn. Piştî 22 sal şûnde, belgenameyeke fermî gihaşt ber destê malbatê. Li gorî belgenameyê Maksût di 6'ê sibatê de li Nexweşxaneya Numune a Haydarpaşa jiyana xwe ji dest daye. Piştî israra sê salan ên domdar, rayedarên fermî qebûl kirin ku Maksût li Goristana Bêkesan a Helvacidedeyê hatiye definkirin. Ji ber ku cihê hatiye definkirinê nehat gotin, cihê mezelê nayê zanîn. Heta niha derbarê mijarê de lêkolîneke berfireh nehat kirin. Ligel şahîd û bege heyî, gilîkirina malbatan jî tenê 3 caran lêpirsin hat destpêkirin û lêpirsin jî bi bêşopandinê encam bû. Polîsên ku bûn sedema birîndarbûna Maksût û polîsên ku îşkence li Maksût kirin nasnameyên wan çend diyarbin jî lê derbarê wan de jî biryara bêşopandinê hat dayîn. 
 
Malbat tu carî dev jî lêgerîna xwe berneda. Ji parêzerên ÎHD'ê Gulseren Yolerî carek din dosya anî li ber darazê lê di sala 2014'an de ji ber ku dem derbas bûye hat girtin. Dadgeha Makeqanûnê di sala 2017'an de carek din biryara dem derbas bûye da. Parêzer piştre serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. 
 
Em carek din bang li dezgehên darazê dikin ku; 39 sal beriya niha li Şaxa Siyasî a Gayrettepeyê Maksût Tepelî di binçavan de hat windakirin û em dixwazin faîl bên darizandin û aqûbeta wî bê aşkerakirin."