Çalakiya Malbata Şenyaşar 698 roj in didome

  • 13:27 4 Sibat 2023
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobet Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 698 roj in berdewam dike û di çalakiya îro de wiha hat gotin: "Heqîqet derketin holê, ya ku li Rihayê winda bûye edalet e.” 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 698’an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê edliyê girtiyê malbatê çalakiya xwe ya îro li mala xwe ya navçeya Pirsûse domand.
 
Malbatê li ser malpera xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parvekir: “Têkoşîna dayikê ya edaletê, daxwaza hemû kesen xwedî wijdan e. Belê îro li Rihayê berf heye lê xisûseke pir girîng destnîşan dikin, berxwedana dîrokî ya dayika ku 2 zarok û hevjîne wê hatin qetilkirin berdewam dike. Heqîqet derketin holê, ya ku li Rihayê winda bûye edaletê.”