Bi girseyî çûn şîna Evîn Encû

  • 12:59 4 Sibat 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - MEBYA-DER, TUAY-DER û HDP çûn şîna Evîn Encû a li Gabarê jiyana xwe ji dest da bû. Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr diyar kir ku li dijî şer divê dengê yekitiya kurd bilind bibe.
 
Li herêma Bestayê ya Şirnexê di 22'yê çileyê de, di navbera YJA-STAR û leşkerên tirk de şer qewimî û di şer de 6 endamên YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Di 25’ê çilê de cenazeyê Gulnaz Ocal û Hamdiye Tekbîdak li Wanê, Leyla Saîn jî li Dihê ya Sêrtê hat veşartin. Di 27’ê çilê de jî cenazeyê Rahîfe Kûtlak ku ji aliyê malbatên wê hat wergirtin û li Wanê hat definkirin.  
 
Her wiha xeynî cenazeyê Evîn Encu, cenazeyek din li benda teşhiskirinê ye. Ji ber şîna cerdevan Nîmet Encu ku apê Evîn Encu ye, cenazeyê Evînê radestî malbatê nekirin. Piştî 11 roj şûnde cenazê radestî malbetê kirin. Şîna Evînê li gundê Bêjûhê ya girêdayî Roboskiyê ya Qilebana Şirnexê hat danîn. 
Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HD) Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, hevserokên HDP’ê yê bajarê Şirnexê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên rêxistinên navçeyên HDP’ê tevlî şînê bûn.
 
Di şînê de parlementer Nuran Îmîr axivî û got: “Çiqas şer kûrtir dibe ewqas aramiya civakê winda dibe. Gava siyaset pêk neyê pêş dikeve. Israra wan ew e ku Gelê Kurd bikişînin nava qada şer. Ji ber ku encax bi şer dikarin desthîlatdariya xwe dirêj bikin. Bi çek û şer tu carî encam nayê girtin. Ev rastî di her serdemê dîrokê xwe dubare kiriye. Divê pirsgirêka kurd were zanîn û bê çareserkirin.
 
Ji nîsanê pê ve yek ji ku herî zêde cenaze hatiye dayîn Herîma Botanê ye. Sekna Gelê Botanê seknekê dîrokî ye. Nexşerêya vî şerê jî dikare diyar bike. Divê em li hemberê vî êş û şerê dengê xwe bilind bikin. Em ê bi hev re dengê yekitiyê bilind bikin. Çi dibe bila bibe divê em neyên listikên wan. Carek din sersaxiyê ji malbata Evînê dixwazin.”