Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike

  • 11:08 4 Sibat 2023
  • Rojane
 
  
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li rojhilatê Kurdistan û Îranê duh 140 roj li pey xwe hişt, li bajarên Sine, Zahîdan, Beluçistan û gelek herêmên din duh jî xelk daketin kolanan û li dijî desthilatdariyê nerazîbûna xwe nîşandan.
 
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Îranê di pêşengiya jinan de destpêkir, duh 140 roj li pey xwe hişt. Ji bo dawî anîna li Serhildanê hêzên rejîma Îranê bi hemû rê û rêbazên herî tund êrişî xwepêşander û beşên din ên civakê yên ku piştgiriya çalakvanan dikin, dike.
 
Duh li gundê Neneleî yê bi ser bajarê Sine, dijî binçavkirina mela Îbrahîm Kerîm û Loqman Emîn çalakiyek nerazîbûnê hate lidarxistin. Her du mela ji ber ku piştgirî dan xwepêşandanan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.
 
Li Zahîdanê jî çalakiyên nerazîbûnê bê navber dewam dikin, duh çalakiyên mezin li bajarê Zahîdan yê bi ser navenda parêzgeha Sîstan û Beluçistanê pêkhatin. Di xwepêşandanan de cezayên darvekirinê hatin şermezarkirin û li dijî desthilatdariyê dirûşme hatin berzkirin. Ji bo dawî anîna li nerazîbûnan, hêzên Îranê li herêmê hatine belavkirin û gelek noqteyên leşkerî ava kirine.
 
Bi nûnertiya ciwanên bajarê Sune yê bakurê Îranê, daxuyaniyek hate dayîn û êrişên Îranê yên li ser xwepêşanderan hatin şermezarkirin. Ciwanan piştgirî dan serhildana li Beluçistan û Kurdistanê.
 
Di daxuyaniya ciwanan de wiha hate gotin; “Bi destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re, ji Belucistanê heta Kurdistanê yekîtiyek dîrokî di nava gelan de ava bû.”
 
Li bajarê Abidan yê parêzegeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê jî carek din çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Li gorî nûçeyek Tora Mafên Mirovan, di rojên borî de herî kêm 11 kes ji aliyê hêzên Îranê ve li Abidan hatine binçavkirin.
 
Duh di rapora nû ya Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê de, hêzên Îranê di êrişên ser xwepêşanderan de, bi qest çavê xwepêşanderan dikin hedef û birîndar dikin.