Li Yewnanistan û Elmanyayê komplo hat şermezarkirin

  • 10:29 4 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk anîn li gelek bajaran bi çalakî û meşan tê protestokirin.
 
Komploya Navneteweyî ya li dijî  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanîstan Atîna û li bajarên Darmstadt û Bonnê yên Elmanyayê bi meşeke hate protestokirin.
 
Yewnanistan
 
Li Payitextê Yewnanistan Atînayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd a Yewnanîstanê meşeke girseyî hate lidarxistin.
 
Meş li qada Akademiya dest pê kir, Ji îstiqameta Parlementoya Yewnenîstanê heta Konsolosxaneya Tirk dewam kir. Gelek jin, zarok û ciwan tevl li meşê bûn. Li ber konsolosxaneya Tirkiyeyê, dirûşmÊN “Kujer Tirkiye”, “Faşîst Erdogan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê ku hat dayîn bi dawî bû.
 
Elmanya
 
Kurdistaniyên ku duh li bajarê Elmanya Frankfûrtê bal kişandin ser tecrîdê, duh jî li Darmstadt Lûîsenplatzê li hev civiyan. Kurdistaniyê nku li Darmstadt, Saarbrûcken, Frankfûrt, Giessen, Mannheîm û Maînzç dijîn, tevli çalakiyê bûn.
 
Di roja duyemîn a meşa ku ji aliyê FCDK-KAWA ve hat organîzekirin de hat diyarkirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal berê bi komployeke navneteweyî radestî dewleta Tirk hate kirin, 24 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û ev 2 sal in tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Her wiha di axaftinan de bal kişandin ser vê yekê ku daxwaza wan ne tenê agahîgirtine, divê di zûtirîn demê Abdullah Ocalan azad bibe û destnîşan kirin ku ji bo vê yekê Kurdistanî û dostên wan wê her tim li qadan bin.
 
Meşa ku posterê mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate vekirin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û Dîktator Erdogan/Kujer Erdogan” tê de hatin berzkirin, heta Friedrichplatzê berdewam kir.
 
Çalakî, wê îro saet di 13:00’an de li Mannheîm-Wassertûrmê bidome.
 
Bon
 
Bi pêşengiya FED-MED’ê li bajarê Bonn ê Elmanyayê ‘’Meşa Ji Bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan’’ a ku wê du rojan, bidome dest pê kir.
 
Kurdistaniyên li Marktplatza Bonnê hatin ba hev, saet di 13.00’an de daxuyanî dan û meşiyan. Meş, bi berzkirina dirûşman û xwendina danezanê dewam kir û li ber Nûnertiya Neteweyî mîtîng hat kirin.
 
Siyasetmedar Nûrsel Aydogan li qada mîtîngê axaftinek kir, got ku 23 sal in nahêlin Rêberê pekekê û kes he bibînin û  tecrîda giran li ser wî heye û wiha pê de çû: ‘’Ji serê komployê heta niha ne bi tenê Rêberê Gelê Kurd lê Kurd bixwe jî hatin tecrîdkirin. Lê niha mirov dibîne ku bi berxwedana Rêber Apo û me Kurdan komplo pûç bû. Serdema em tê de ne, paradîgmaya Abdullah Ocalan belavê her dera dinyayê bûye û gel tev êdî wî rêbertiyeke paradîgmayê dibînin. Fam û feraseta faşîst a AKP-MHP’ê, bi tenê gardiyaniya Îmraliyê dike.’’ Nûrsel Aydogan her wiha anî ziman ku wê îsal bibe sala azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û derketina lûtkeyê ya destkeftiyên Kurdan.
 
Gava mîtîngê, dosyeya li ser daxwaz û naviroka Komploya Navneteweyî pêşkêşê erkdarên NY’yê hat kirin. Piştre, banga tevlêbûna meşê li hemû Kurdistanî û dostên Kurdistaniyan hat kirin ku wê îro jî saet di 14.00’an de li ber DGB Haûs a Dusseldorfê bê kirin.