ROJEVA 04'Ê SIBATA 2023'YAN

  • 09:00 4 Sibat 2023
  • Rojane
 
* Di salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê berbi Gemlîkê ve meşek pêk bê. Jinên Geverê beriya meşê kolan bi kolan, derî bi derî digerin û xebatên meşê dimeşînin û her wiha gotin "Ji bo azadiyê dê em bimeşin Îmraliyê". BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku doza girtinê, bloqekirina hesabên HDP’ê ji niha de nîşan dide ku hîle tevli hilbijartinan bûye û mutabakata Tifaqa Millet jî wek metna mijûlkirin û restorekirinê binav kir. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Komeleya 78’an a Amedê Halîse Batgi ya ku şahidiya anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Tirkiyeyê kiriye, wiha axivî: "Aştî û azadî bi Abdullah Ocalan pêkan e. Gelê Kurd dê li dijî tecrîdê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîne." BI DÎMEN