Li Wanê hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine

  • 16:00 3 Sibat 2023
  • Rojane
 
WAN - Şaxa ÎHD’a Wanê ragihand ku li bajêr di nav salekê de herî kêm hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên di sala 2022’yan de li bajêr pêk hatine amade kirî li avahiya komeleya xwe aşkere kir. Rapor ji hêla serokê Şaxê Mehmet Karataş ve hat xwendin. 
 
Di raporê de wiha hat gotin: "Li bajêr di nav salekî de herî kêm hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine. Hate tespîtkirin ku derbarê kesên fikrên xwe anîne ziman de herî kêm 31 lêpirsîn hatine destpêkirin û doz hatine vekirin. Herî kêm 31 welatiyên ku di yekeyên binçavkirinê û ji derveyî wê, di serdegirtina malan de û li kolanan û 8 girtî hatine îşkencekirin û rastî mûameleya nebaş hatine. Dîsa 9 welatî ji aliyê kesên ku xwe weke hêzên ewlehiyê dan naskirin ve bê qeyd hatine binçavkirin û bi lêpirsînê sîxurtî li wan hatiye ferzkirin. Li gorî agahiyên di organên çapemeniyê de hatin bidestxistin, 2 bûyerên îşkenceyê yên cerdevanan hatine tespîtkirin.
 
Têkildarî binpêkirina li dijî jin û zarokan herî kêm 32 binpêkirinên mafan pêk hatine. Li bajêr herî kêm 794 kes hatine binçavkirin. 
 
Têkildarî rûxandina goristanan 4 serlêdan wergirtine. Xerakirin û rûxandina gorên mîlîtanên PKK’ê yên çi li jîngehên sivîl çi jî li çoltarê di şer de jiyana xwe ji dest dane ne bi hiqûqa mirovahiyê ne bi baweriya olî nikare were ravekirin. Ev helwest li dijî hiqûq û wijdanê xwediyên cenazeyan bi awayekî manewî diêşîne û mafên wan ên şîn û veşartinê binpê dike.
 
Li bajêr herî kêm 12 xwepêşandanên civakî an jî civînên li derve rastî êrişên polîsan hatine. Wekî ku me her tim anî ziman, binpêkirinên di jiyana me de tên kirin encama polîtîkayên şaş û xelet ên dewletê ne. Li dijî polîtîkayên şaş ên hikûmetê ku rê li ber binpêkirina mafên mirovan vedike, em ê bibin xwedî parastineke bi bandor. Bi vê rastiyê re em daxwaz dikin ku polîtîkayên rê li ber pêkhatina binpêkirina mafên mirovan vedikin bên terikandin, di dema herî nêz de dawî li hawira pevçûnê bê anîn û bi rêbazên çareseriya pevçûnan re çareseriya demokratîk a pêvajoyê ji nû ve bê muzakerekirin.”